Corona ez jî girtim
Corona ez jî girtim, serdêrê gotareke Rebwar Kerim Wali ye li ser torên civakî belav kiriye û xelkê Kurdistanê bi awayeke hişyar dike ku li beranber Coronayê bi wêrektir û azatir bin ku eve jî babeta wî ye:
Di destpêka meha 12 ya sala par bû. Li sibehiyek ku ji xew rabûm, min hest kir qiriqa min dişewite û heta berî nîvro jî lerizînekî wiha ez girtim ku li hemû temena xwe de min tiştekî wiha nedîtibû.
Ne pişkiya min hebû û ne jî ava difnê, tenê tama wê hebû û car caran jî lerîzînekî zêde.
Yekem tişt ku min kir, min xwest maskekî ji bo min bînin û min xwe li jûrekî malê de qerentîne kir. Nêzîkî pênc rojan eger ji bo destav û serşoyê, nexwe ji wê jûrê derneketim, da ku malbat û zarokê xwe yê biçûk ji metirsiya lêgirtinê dûr bin.
Hefteyek derbasbû, hê jî dilê min nedigirt nêzîkî zarokê xwe bibim. Dema min hestpêkir ku êdî baş bûme, dîsa jî bi hişyariyê ve min li nava malê da hatinê û çûnê dikir.
Ewe Corona bû yan enfilozeyekî giran, girîng ewe bû ku madem ez bi xwe tûş bûm, herî kêm ewqas jî şiûra min hebû ku keseke din tûş nekim.
Hemû ew hat û hawara hikumetê û aliyên peywendîdar eweye ku fêrî ewe bibîn ku tûş bûyîn, xelkekî ji xwe lawaztir ku metirsiya mirinê li ser wan dibe, tûş nekîn.