Kultur

Kurdistan Newrozê betal kir, Gûndikê Melê Adarokê pîroz dike

Ji ber virusa Coronayê her çar perçeyên Kurdistanê çalakiyên girseyî û bi kom hatin qedexekirin û betalkirin û lê qeza Gûndikê Melê ya ser bi bajarê Şirnexê Adarokê pîroz dikin.

Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin doh 13.03.2020 xelkê devera Gûndikê Melê ya ser bi bajarê Şirnexê Adarokê pîroz kirine. Bi awayeke girseyî û bi kom çendîn çalakiyên wekî mêja bi cemeet û lîstokên gelêrî yên bi kom encam dane.

Her çende ev çalakî gelek baş be jî lê ji ber metirsiyên belavbûna virusa Coronayê pêwîste rihspiyên Gûndikê Melê vê çalakiya xwe ji bo selametiya xwe rabigrin.

Adarok li rojên destpêka meha Adarê de, zêdetir li devera gund û bajarên Botanê tê pîrozkirin û xelk cejna Adarokê de diçin seyranan û nas û dost xwe re kom dibin û pêkve çendîn yarî û lîstokên gelêrî dileyzin û li gel xwezayê wan rojên xwe derbas dikin.

Back to top button