Kultur
Bîranîna ji dayikbûna Barzaniyê Nemir pîroz dikîn

Barzaniyê Nemir li karwana jiyana xwe da, ji bilî ezmûneke zêrîn li tevgera niştimaniya Kurdistanê de, komek ders û waneyên li ser bihayên mirovayetiyê jî, ji bo Kurdistaniyan bi cîh hişt û niha jî Kurd û Kurdistanî bi şanaziyê wê rêbaza wî kirine çiraya rêya xwe û li jêr navê rêbaza Barzaniyê Nemir û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê xizmetê bi Kurdistan û mirovayetiyê dikin.
Li roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemir hêvîdarîn rojek bê Kurdistanî bigihin hemû mafên xwe yên rewa û hemû mirov li aştî û aramiyê da li gel hevdû bijîn û salvegera ji dayikbûna Barzanî li cîhanekî dûrî li şer û malwêraniyê pîroz bikîn.