Ciwanên Kurdistanê

Roja ku tevgera Ciwanên Kurdistanê derketî hole heta niha gelek asteng di rêya xebata xwe de dîtin. Lê qet guh nedanê baweriya wan bi hevre, baweriya wan bi rêbaza wan baweriya wan ya bi Kurd û Kurdistanê bû sedemek mezin astengên li pêşiya wan hatên danîn derbas kirin.

Hinek aliyên siyasî demekî ew wek ciwanên xwe dan nasandan û propaganda vê yekê kirin. Hinekan gotin “ Tiştek ji van dernakeve çend ciwanin  germin dê zû ji hev bikevin“ Hinekan xwest bi awayekî destê xwe bixe nav wan û wan ji hev bikin.

Lê tiştekî  feyde nekir, ciwan bi rêya xwe de çûn. Rastiya dizanîna anîn ziman û wek xwe kirirn. Ewan di xebata xwe de dan xuyakirin ku ne ciwanên kesekî  yan jî aliyek siyasî ne. Ew Ciwanên welatê xwene. Ciwanên Kurdistanêne.

Ciwanîn Kurdistanê rêbaza Kurdeyatiyê rêbaza Barzaniyê nemir ji xwere danîn. Berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekî re girtin. Bi awayek çalak rêxistinên xwe pêkanîn.

Mirov rêbaza wan biparêze neparêze, mirov karê dikin biecibîne ne eceibîne.. Heta mirov hij wan bike neke, ev hemû dibin. Ev hemû di xwezayiya insanan de heye.

Lê mirov bixwaze derewan li wan bike, bêbextiyan li kar û xebata wan bike mirov dikeve warek dijwar de mirov dibe asteng li himber parastina nirxên netewî, mirov rê li dawxwaziyên netewî li Bakurê Kurdistanê digre.

Ciwanên Kurdistanê Medya Civakî  baş kartînin. Hemû jî wek şêran navên xwe yên rast kartînin. Kesek ji wan xwe di bin navên sexte de venaşêrin. Ji ber ku bo gotarên xwe û siyaseta rêve dibin û herweha ji helwestên xwe li himber bûyeran şerm nakin û serbilindin.

Hinek parsekên siyasî di bin navên sexte de hewlbidin pêbextiyekî li wan bikin feyde nake. Ciwan li himber herkesekî vekirîne dîtinên xwe eşkere dibêjin. Tu hesabek wan siyasî tuneye. Yek hesabek li ba wan bihaye nirxên Kurdistanî.

Mirovek kesayetek tenê hij xwe bike , xwe insan bihesibîne di bin nave sextet de heqaretê bi nasnama xwe nake. Ew kesê ji xwelî serî heqaretê nasnama xwe bike gelo mirov çi hêviyê jê dike?

Hun ciwanên Kurdistanê qutabiyên dibistana Barzaniyê nemir , Qadî mihemmet û Şêx Seîdin..

Hun pêşeroja welatê xwene.. Guh nedin namerdan…

Herkesek bixwaze bila kerembikin wek mêran bi awayek hevdem derkeve we rexne bike. Kêmasiyên we bêje hun jî li gora zanebûn û imkanên xwe rastiya xwe ji wanre dibêjin.

Têgihandin û ne têgihandina we problema wan e..

Hesûdî neyarê bedena mirov bi xweye..

Heyîna we, sekna we xebat û helwestên we hun bûne bargirê xeta Netewî li Bakurê Kurdistanê.. Her alî, kes, dezgeh  di xeta netewî de biherikin sersera serçavan .. Wek din guh nedin kesayetên rizî, behnek genî ji wan tê…
Rêya we vekirîbe…

Nûçeanalîz../Rojevakurd

Nerîna min :