Hevpeyvîn

Tu kes nikare li himber kurdan bê rêziyê bike

Li Diyarbekirê Ak-Partiyê konferansek ji bo “Pêvajoya Çareseriyê“ li darxist.

Ji hemiyê girîngtir cigirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê pêvajoyê Beşîr Atalay daxuyaniyên balkêş dabûn. Atalay dida xuyakirin ku , Ocalan vê pêvajoya heyî erênî dinirxîne ,lê HDP û kesên hatin hilbijartin naxwazin pêvajo serbikeve û daxuyaniyên ku pêvajoyê sabote bike didin.

Ev daxuyaniyên ji aliyê hukumetê ve tiştek nû ne.

Herweha îro jî rawêşkarê Erdogan yê herî girîng û yek ji berpirsê dosya Pêvajoyê û hevdîtinên Îmralî parlementerê Enqere yalçin Dogan jî daxuyaniyek da û tiştên Atalay gotîn  bi awayek din cardin dubare kir.

Yalçin Dogan hevpeyvînek ya xwe di rojnama Tirkî Milliyetê de dibêje: Helwesta HDP ji bo pêvajoyê ne erêniye, daxuyaniyên ku pêvajoyê birîndar bikin didin. Ji bo azadiya Ocalan çalakiyan dikin, ka Ocalan bi xwe vê yekê dixwaze? Yan daxwaziyek wî çêbûye?

Di vê derbarê de hukumet karê xwe dike, lê hertişt di cih de di medyayê de nayê gotubêj kirin.

Ji Akdogan dipirsin gelo dê PKK ji dev çakan berde?

Akdogan di bersiva xwe de dibêje: Di pêvajoyê de ev yek jî heye. Divê ev fikira ku devjêberdana çakan bistebê bibe. Dema silahan xilas bû. Hun behsa xebata demokratik bikin nabe zarokan rakin çîyan.

Aydogan di derbarê helwesta Selahattin Demirtaş de jî dibêje: Taybetî Demirtaş daxuyaniyên xirab dide. Eger Demirtaş vê helwesta xwe berdewam bike hêdî kesek îtabara gotinên wî nake. Lê dive ewjî pipêje.

Li pirsekî Akdogan dibêje: Em dizanin ku gelek dezgeh û alî hene ku ji pêvajoya çareseriyê nexweşin. Bila kesek kurdan wek malê xwe yê tapu kirî nebîne. Divê herkes hîn bibe ku rêzê li kurdan bigre. Wê di dawiyê de BDP, HDP û derdora wan vê rastiyê bibîne. Kurdên denga nedê te tu ajan îlan bikî, kesek çalakiyekî bike tu bêjî xwe firotiye, Tu kesek nikare vê bêrêziyê li gel kurdan bike. Ew kesên ku xelkê dikin qurbana armancên xwe, dê rojekî zeleya herî mezin ji xelkê bixwin.

Back to top button