Polîtîk
Li Zaningeha Wanê semînerek
SEMÎNERA WANÊ
Îro semînera sêyemîn a nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li bajarê Wanê bû. Mazûrvanê Semînerê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Wanê ye.
Semîner li salona Çandê ya Mala Mamosteyan (Ogretmen Evleri) saet 18.00 dest pê kir. Piraniya guhdarên semînerê xwendekarên Beşa Kurdî bûn, lê ji her kesî re vekirî bû û gelek wanî jî li dora 140-150 kesî beşdar bûne bûn.
Naveroka semînerê bi giranî ”Dewlemendiya Folklora Kurdî û Babetên Tê De” bû.
Ev babet pir bala guhdaran kişande ser xwe û di dawiyê de jî gelek pirs hatin kirin.
Hin endamên ragîhandinê û hin kanalên televizyonên herêmê jî semînerê dişopandin.
Rojeva Kurd Wan 06/ 06/ 2014


