Hevpeyvîn

Mistefa: Em nahêlin ereb biryarê li ser çarenivîsê kurdan bidin

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, nefta Kurdistanê hatiye firotin ev pirs bidawî hatiye û dibe Îraq bi rêya hindek welatên dostên xwe rêgiriyê li firotina nefta Kurdistanê bike, lê Kurdistanê jî gelek rê hene.

Mistefa ji malpera NRT re got ku, eger Bexda amadeyîya xwe ji bo çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan bidaye û digel herêma Kurdistanê li hev bikraye hikûmeta herêma Kurdistanê jî ev pêngav nedavêt û yekalî nefta xwe bo derve nedihinart, lê Bexdayê xwest bi rêya qutkirina meaşên karmendan fişarê li ser herêma Kurdistanê zêde bike.

Mistafe got: ”Êdî em nahêlin careke din ereb biryarê li ser çarenivîsê kurdan bide,”

Berprisê têkeliyênderve dibêje ku, hikûmeta Îraqê bi hemû îmkanên xwe bi rêya dewletên dostên xwe lêdixebite ku, rê li pêşiya firotina nefta herêma Kurdistanê bigire, lê belê hewilên wê sernakevin çunkî ji bo firotina neftê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek rê hene.

Back to top button