Ciwan Haco gelek stranên radîkal di rêveçûna xwe ya hunerî de ristine û di hin deman de, qîr daye miletê xwe, lê dibêje: Nema êdî divê ez xelkê sorkim û rakim ser piya û ez li derveyî welat bijîm, ya rast ew e ku buyer ji hundirê welêt xwe çêke û wî çaxî hûn ê bibînin ku çawa pîtê agirê dilê min di herêmên rojava de ronî bide û bibe nejdvanên şoreşê ji Efrînê ta Kobaniyê, Qamişlo, Tirbespî û Dêrikahemko.

Ciwan Haco di CDya xwe ya dawî de stranekê bi Hulya Avşar re dibêje û dibêje, “Em dikarin wiha xwe bi Tirk û Ereban bidin nasîn.”

Ev CDya we ya nû ya çenda ye? Çîroka wê çawa ye?

Ev CD dibe 15`mîn. Min li bajarê Hamburgê tomarkir, çîroka wê heye: Dema ez 15 salî bûm, min guhdarî radyoyeke tirkî dikir ku ji Amedê dihat weşandin, bê guman hin ji wan stranan li xweşiya min dihat. Xuşka min Dîlber gotinên wan bi rêk û pêk saz dikirin, bi vî awayî min bi dest stranan kir, piştî hatim Almanya xelkên me ji min xwestin ku vegerim awaz û ritmên kevin. Lê di wê demê de, ez bi stîleke nûjen re mijûlbûm û bi wê rêgehê ez hatim nasîn û cawaziyeke min peydebû, û ew daxwaz îro pêkhat di vê cd e ya nû de.

Cudabûn heye ji CDyên berê, ji layên gotinan yan jî muzîkê ve?

Belê, ji aliyê muzîkê ve bi şêweyekî klasîk saz bûye, digel modern e jî, lê bi krasekî kevneșopî hatiye avakirin, bi piranî meqamê beyat e. Herwiha ew tiştekî bingehîn e di stranên zaravê kurmancî de. Bi têkstekî serbixwe ye jî, bi tevahî 11 stran in, yek jê gotinên min in û herwiha yên Cegerxwîn, Yûsiv Berazî… Di vê CDyê de, wê bandora muzîka pop, caz, tunebin. Mebest ji vê ew e ku ez hindekê vegerim sazên pêşîn ku ji min re derfeta yekemîn hat, wek derwazekê ketime nava cîhana hunerî.

Diyar e Hulya Avşar, tevlî vê CDyê bûye û we stranek bi hevre gotiye, rastiya wê çi ye?

Belê rast e, Hulya Avşar bi eslê xwe ve kurd e, gelek metirsînên tewanbar di axaftinên wê de peyde dibûn, ji ber wisa girîngiya strana bi hunermendeke weke Hulya û bi alîkariya wan, ez ê bikarim deng û stranên kurdî bigihînim miletê tirk û bi milyonan însan guhdarî bikin û hemûyan vehisînim ku em aştîxwaz in, xwediyê muzîk û hunerê ne. Bi baweriya min wê alîkariyê bide çareseriya pirsgirêka kurd.

Medya tirkî, te wekî hunermendekî alîgirê PKK dibîne, digel ku stranên te bi gelemperî piştgêriya aştî, wekhevî û biratiya gelan dike, ti çawa vê yekê dinerxînî?

Ez wekî kesayetî, hîc tevlî rêxistinên siyasî nebûme, PKK realîteyek Kurdan e tevgereke berfireh e, weke her partiyên sereke li seranserî Kurdistanê, ez wekî hunermendekî kurd min li ser herçar parçeyan strandiye û her bûyerekê rudayî hestê min lê xwedî derketiye û dilê min jê re lêxistiye, Helebçe, Enfal, Geliyê Zîlan û Serhildana Qamişlo.

Li ser vê mijarê, em dixwazin bê zelal kirin, gelo alîgirya hunermendekî mîna te, wê zererê nede ravêja te?

Sedî sed wilo ye, min di rêveçûna xwe ya hunerî de, car caran stranên radîkal jî tomarkirine. Ev helwest ne ji tunebûnê yan jî ji valahiyê hat, hestên rasteqînî yê hunermend girêdayî ye bi rewşa milet ve, lê divê ev bîr û baweriyên çewt bên guhertin, tenê bi alavên aştî û diyalogan pirsgirêk û aloz çareser dibin, ew amûrên kevin û bêzar kîndariyê li hemberî gelan diçîne, şer û kuştin divê raweste, divê metoden sivîl xwe bidin pêş. Pêwîst e em jî wek dor û derê xwe bi rengên nûjen xebata xwe bidomînin, ji xelkên cîhanê re rastiya miletê kurd nîşanbikin, bi rêgeya fîlman, muzîk, tv…

Tu hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê yî û haya te ji xwepêşandanên li seranserî Sûriyê jî heye, gelo hunera kurd dikare di vir de roleke çawa bileyîze? 

Bê guman şoreş li dar e, lê eger em werin herêmên Kurdan û rola wê di vê şoreşê de çi ye, divê em bêjin ku biryar di destê hundir de ye, ew ji min baştir serdema xwe dinase, rastî ne ew e ku li derveyî welêt qîra bidim yan jî berê wan bidim tevlîheviyê û wan rakim ser piyan, ev durûtî ye û xapandin di vê helwestê de heye. Gava pêşin ew e ku bûyer li Rojavayê Kurdistanê xwe çêke, ne erka huermend e ku xwe bike serwerê miletê xwe, tenê piştgêr û alîkar be.

Ciwan Haco li gelek deveran bi taybetî li parçê Kurdistana Bakur, li ser hilma şoreşê strandiye, gelo ma hîna hilma şoreşa Sûriyê hestê Ciwan Haco ne hejandiye?

Belê, di sala 2004ê de hilma berxwedana bajarê Qamişlo li hestê min da, yekser di roja sisiyan de fêrmêskên çave min rijiyan û min li ser pakrewanên serhildanê strand.

Ez alîkar û dilsozê xwepêşandanên ciwanên kurd im ku li hemû bajar û bajorêkên herêmên Rojava de diyardibin, lê çima ta îro min ne strandiye? Ji ber bûyer hîna germ ne keliyaye da ku hestê min bihejîne, stran ji ber xwe nayê, lê ez li bendê me ku hilm û heja berxwedana Rojavayê Kurdistanê hest û çerqê giyanê min bihejîne. Dixwazim bêjim hîna buyerê hilma germê nedaye hestê min, ez naxwazim bûyerê çêkim, gerek ew min çêke.


Hevpeyvîn:Abdulkader Bedredîn

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: