Polîtîk

Êşa kurdên rojava êşa mine jî

Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê kuştina siyasetmedarê kurd Mîşel Temo de di rûpela xwe ya facebook de daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Ez jî dengê xwe tevlî dengê kurdên rojavayê Kurdistanê dikim û êrîşa teroristî ya li dijê siyasetmedarê naskiriyê kurd Mîşel Temo bi tundî şermezar dikim.

Herweha Barzanî da xuyakirin ku bi vê bûyera diltezîn ew bi xwe jî gelek xemgîn bûye û ew bi hemi awayî pişgiriyê dide birayên xwe yên kurd li Suriye.

Neçîrvan Barzanî da xuyakirin ku, ew sersaxiyê li malbata şehîd Mîşel Temo dike û bi hemi awayî şirîkatiya xema wan dike. Ew şîna Temo wek malbata wî ya xwe dibîne.

 

 

Back to top button