
Roja kuştina siyasetvan û çalakvanê mafê mirovan Mişeel Temo rojeke reş bû di dîroka Kurdistana Sûriyê de. Kuştina Mişeel bi vî awayî hovane nîşan dide ku wî dabû ser rêyekê ku dijminên mirovayetiyê xeter bû.
Tevî ku wî dizanî ku ev helwesta wî wê ji aliyê dijminên Kurdan û doza kurdî ve bê bersiv nemîne, Mişeel Temo bi wêrekiyeke mezin ligel keç û xortên kurd beşdarî şoreşa Sûriyê bû û eşkere û vekirî doza rûxandina rêjîma Sûriyê û serokê wê Beşar el-Esed kir.
Bi vê helwesta xwe Mişeel Temo bû nimûneyek ji bo her mirovekî ku bindestî û çewisandinê nema qebûl dike û ji bo azadiya xwe amade ye bi hemû riyên aşityane ji bo azadiya xwe têkoşînê bike. Ev helwesta wî bû sedema girtina wî ya bi salan, hewildana kuştina wî û piştre kuştina wî. Kuştina Mişeel Temo bi vî awayê hovane nîşan dide bê çiqasî kujerên wî ji wî û xebata wî bitirs bûn.
Ji bo xebata xwe Mişeel tenê mejî, pênûs û zimanê xwe bi kar dianîn. Li hemberî van alavên aşityane kujerên wî pêwîst dît ku çekan bi kar bînin, da ku wan rawestîne. Lê wan nekarî û ewê nikaribin giyan û ramana Mişeel Temo bikujin. Ev raman bûye rêyek ku nifşên îroj û yên sibe yên kurd û sûrî wê bidin ser. Tevî temenê xwe yê ciwan Mişeel Temo şopeke mezin li dû xwe hişt.
Em kuştina Mişeel Temo ne tenê şermezar dikin. Em herweha bang li partî, rêxistin, rewşenbîr û her Kurdekî dikin ku xwedî li çalakvan û mirovên azad û wêrek derkevin. Helwesta ku partiyên kurdî piştî hewildana kuştina Mişeel Temo di îlona buhurî de û herweha piştî kuştina wî nîşan da, ne tenê nayê pejirandin, ew herweha şermeke mezin e ji bo tevgerekê ku ev bêtirî pêncî sal in ji bo azadiya miletê xwe tevdigere. Ger tevgerek nikaribe xwedî li çalakvanên xwe derkeve – ne giring e bê ev çalakvan ligel bîrûboçûna wê be yan na – û bi helwesta xwe kuştina vî çalakvanî bipejirîne, hingî ev tevger teqez dike ku ew şirîka kuştina wî ye û êdî nebûna wê ji hebûna wê çêtir e.
Em sersaxiyê ji malbata Mişeel Temo re dixwazin. Em hêvî dikin ku kurê wî Marsêl di demeke nêzîk de vegere nav malbat û miletê xwe, da bikaribe bide ser rêya bavê xwe.
Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburg
Komîteya Birêvebir – Berlîn, 15ê cotmeha 2011ê