Xaneqîniyan bi bilindkirina alayên Kurdistanê bersiva Malikî da

Duhî roja duşemiyê bi hizaran kes xelkê Xaneqînê li dijî birayara serokwezîrê Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê, derketin kolanan û bi xwepêşandanke dirseyê û bi bilinkirina bi hizaran alayên Kurdistanê bersiva Nurî Malkî san.

Li gor hindek çavkaniyên di dema xwepêşandanê de, xwepêşnaderekî agir berdaye laşê xwe û weke derbirîna nerazîbûnê li henber biraya Bexdayê hewila xweşewitandinê daye û bi giranî birîndar bûye.

Dilêr Hesen ji malpera Aswat Îraq re got: Nêzîkî 20 hezar kes ji xelkê Xaneqînê li dijî biryara serokwezîrî Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê xwepêşandan kir û yeke ji xwepêşanderan agir berda laşê xwe û bi giranî birîndar bû. Herwesa xwepêşanderan alayekê Kurdistanê bi dirêjahiya 4 metroyan bilind kir bû.

Nêrînek

  1. Hemû dijmin ji Ala gelê Kurd rihetîyê nabînin. Ala Gelê Kurd bûyê istirî û ketê çavên dijminane! Lê Biryarên Serok Berzanî, dijmin kirê har û dîn! Pirr pêwîste nivîskar, rewûşenbî, ronakbîr û gelê Kurd bihayekî mezin bidin kesayetên wekî Birêz M. Berzanî, Doktor Mehmûd Osman û K.Kerkûk li! Bi hezaran sale dijminên Kurd, Kurdan bi hev Kuştin didê û duxwazin yekî Kurd di cîhanêda nêhlînîn û bikin tuneyî!Pêwîste tevayî gelê Kurd vê kiryarê dijmin jê zana bibê! Dijmin ser erd û bin erdî welatê gelê Kurd talan kirêye û Kurdên xayîn jî bi dijminan re tene ser gelê Kurd, digrin,lêdidin, dukujin, bi agirê bomban dişewîtinin, komkujîya herî mezin bi ser gelê Kurd anîne! Ez ji rêvabirên gelê Kurd re dibêjim, pirr pêwîste hemû sîyaset û partîyên Kurd, bigêne hev û artêşa Kurdistan ava bikin! Ji bo riygarî û azadî`ya netewa Kurd! her netewê Komara xwe avakirine. Sedema xwe kanê çi bibê ko em ji bo netewên dijminên xwe kar bikin! Bi hezaran gelê Kurd ji van kesayetên Kurdên hêja û bi rûmet re silav dişînin û bi dilekî herî germ pîroz dikin! Tu caran dijmin nabê dostê dijminî xwe û mînak jî natê dîtine! Pêwîste Kurdên meseba Alawî jî, idî Zikir, Îbabet, Duha,Bêt û Cemê xwe bi Tirkî nekin, bi Zimanê xwe yî Kurdî bikin! JI bo şertên Netew bînin cîh!\nEz banî hemû zanayên Kurd dikim, ko bibin yek! Di yek bûna Kurd da maf hemû bi destê me dikevin! Nivîskar û helbestvanê gelê netewa Kurd Feqîr Ehmed…

  2. Helbet bi bilindkirina alayê Xaneqîn ne azad bû. Ala kurdî li axa azad tê.\r\n\r\nHikûmetên Bashûr divê jibîr nekin ku wan sozên xwe bi gistî bicih neanîne. Axa dabirrayî lê benda azadiyê ye.\r\n\r\nFederalî rûnenishtiye.\r\nXala 140. bicih nehatiye.\r\nAxa dabirrayî azad nebûye.\r\n\r\nBila ala kurdî van wezîfeyan bide bîra hikûmetê.

Nerîna min :