Biryarên civîna Barzanî bi aliyên siyasî re
Duhî yekşemiyê 16.10.2011ê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê digel partiyên siyasiyên herêma Kurdistanê û şandeya çûye bexdayê civiya.
Di civînê de rapora heyeta çûye Bexdayê hat minaqeşe kirin û û hemû aliyên siyasên Kurdistanê dîtin û têbîniyên xwe li ser dan. Paşî li ber ronahiya rapora şanda siyasiya herêma Kurdistanî ku, ber demekî bi serdanneke fermî çû bû Bexdayê û pirsên hilawîstî bi berpirsên Bexdayê re gotûbêj kiribû, Ev biryarên li jêr hatên dayîn:
1- Çûna şandeke hikumî bo Bexdayê ji bo çareserkirina dosyeyên helawestiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê.
2- Pêkanîna komîteyeka siyasî di sewyeyeka bilin de ku nûnerên hemû hêz û aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê tê de cî bigirin.
3- Bihêzkirina nûnerayetiya herêma Kurdistanê li Bexdayê.
4- Danîna du çavdêrên siyasî ji aliyê serokezîrê Îraqê û serokê herêma Kurdistanê ve, ji bo şopandina kar û erkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Wek tê zinîn Tevgera Goran ne tê de hemû partî û aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê beşdarî civînê bûn