Nûneratiya KRG pêşangehekê bo hunermendên kurd saz dike

Parîs/ Şukrî Berwarî: Li jêr çavdêrî û amadebûna Kawe Mehmûd wezîrî rewşnbîrî û lawan li hikumeta herêma Kurdistanê, nûneratiya hikumeta herêmê li Parîsê pêşangeheka şêwekarî bo hjmareka hunermendên şêwekarên kurd yên akinciyên Ferensa li roja pêncşembê 13.10.2011ê li baregahê nûuneratiya hikumeta herêma Kurdistanê li Parîsê û biriyare ev pêşangehe taku roja 22.10.2011 dom dike.
Xeman Zirar Es’ed nûnea Hikumeta herêmê li Ferensa, Ferîd Yasîn sefîrê Iraqê li Ferensa, hevalê gelê kurd baliyoz Bêrinard Duran û zêdebarî hjmareka nvîskar û rojnamevan û reşnbîrên kurd û ferensî û revenda kurd li ferensa amade bûn.
Di pêşangehê de pêtir ji 40 kevalên (tavle) hunermendên şêwekar bixweve girt, hunermedên tîda bejdar piraniya wan ji ber zulm û zora rjêma Be’s koçberî ferensa bune û cihê xwe di qada hunerî ya ferensî kriye bi hunera xwe ya şêwekarî.
Kevalên hatîne pêşandan derbirîna hesta van honermenda ye ku cwanî, xeml û xêza Kurdistana rengîn têda xweyakirine zêdebarî çendîn tabiloyên derbirîna derdu azarên gelê Kurdistanê û xebata gelê kurd bo azadî û nehêlana zolm û zorê li serdemê rêjêma Be’sa jnavda çowî.
Di çarçovê vê pêşangehê de,nûnera hikumeta herêma Kurdistanê ya Ferensayê Xeman Zirar xweya kir ku ev çalakiya hunerî hate rêkxistîn weke beşek ji biriyarên kongra nûnerên Hikumeta Herêma Kurdistanê li derveyi welat, û rênmayên serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barizanî a ku cextê ser giringî û pwîtepêdana nûneratiyên Hikumeta herêmê bo revenda kurd li dervey welat û giringiya karkirina nûneratiyên Hikumeta herêmê bo grêdan û xortkirina peywendiyên liser şengstên rast û dirust digel wellatên derve û komelgeha navneteweyî û danasandina rasteqîne bo duza gelê kurd û berfrehkirina hevalîniyê digel gelên cîhanê.
Tê zanîn, ev pêşangehe pêtir ji 40 kevalên şêwekarî bixweve girtin ji hunermendên navdar tê: Hadî Îbrahîm, Cawyan Mehmûd, Dilşad Kwîstanî, Hemîd Derwêş, Kamil Mûsa, Kerîm (Îsa Elî Ebidlkerîm), Karizan( Sabir Karizan Ebidlkerîm), Lala Ebidlrehîm, Namo (Bextiyar Reouf), Refîq Hamed û Remzî Qutibedîn tê beşdar bûn.
Ji aliyê xwe ve Kawe Mehmûd wezîrê rewşnbîrî û lawan li hikumeta herêma Kurdistanê geryanek di nav pêşangehê de kir û xoşhaliya xwe derbrî bi vî astê bilindê hunermendê kurd ku bi kevalên xwe û hesta xwe ya hunerî derbirîn û danasandina welatê xwe yê dayk dikin.