Polîtîk

Civênek matemî ji bo Mîşel Temo li Stockholmê pêkhat

Îro civînek matemî ji bo siyasetmedarê kurd  Mîşel Temo li stockholm a paytextê Swêd hate darxistin. Nûnêrên partiyên kurd  yên rêxistina Swed, siyasetmedar û rewşanbîrên kurd di civîna matema Mîşel Temo de amade bûn. Kurd ji hemî beşên Kurdistanê di civînê de hebûn.

Li ser navê partiyên kurdên Surî li Swed Dr. Seîd Mele axaftinek kir. Herweha serokê Hevgirtina Partiyên kurd û Kurdistanî li Swed Şefik Kaya û seroka Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swed Şermîn Bozaslan di civîna Matemî de axavtinek pêşkêş kirin. Nûnêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê navçeya Swed jî axavtinek kir : Heniya di piraniya axavtina xwe de balkişandin li ser yekgirtî û yekdengiya kurdan.

Hevalêk  ji partiya  nemir Mîşel Temojî ji Qamîşo bi rêya telefonê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de got, ku kujerê Mîşel Temo rejima xwînxwar ya Suriye. Herweha da xuyakirin ku ewê di rêya Mîşel Temo dayî ber wan de tekoşîna xwe heta ruxandina rejima Surî berdewam bikin.

Civîn ji aliyê Partiyên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê, Encumena kurdên Sûriyê li Swêdê û Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hatibî amadekirin.

Back to top button