Ciwan Haco: Ciwanê welatê xwe…
Ciwan Haco � Ciwanê welatê xwe…
19 Adar 2011 şemî Saat 22:59
Di 19ê meha adarê (du roj berî Newrozê) filmek dokumenter bi navê «Li ser rêya Diyarbekrê» li ser hunermendê navdar Ciwan Haco hate weşandin. Filmek ku ji destpêkê heta dawiya xwe bi hissiyetê ve dagirtîbû. Wekî rojnamevanek, ez bi xwe dikarim bibêjim ku temaşevanên vî filmî; piştî huner û hestên Ciwan dibînin, his dikin, rastiya Kurd ku hem di nav dokument film de û bi hestên Ciwan girêdayî welatê xwe dibihîzin û dibin xwedî sempatiyek berz ji bo pirsa rewa ya Kurd. Ciwan bi germiya xwe, bi hestên xwe yên mirovane, bi hunerê xwe, bi delaliya xwe bû nûnerê rastiya welatê xwe, bû Ciwanê welatê xwe…
Hunerê muzîkî yê Ciwan ne hewceyê nirxandinên min e. Ez ne pîsporek muzîkî me, ne jî lêkolerek muzîkê. Lê, gava ez li Ciwan guhdarî dikim, ez şad û dilgeş dibim. Li aliyek din dizanim û min bi xwe dîtiye Kurd, bi taybetî jî gencên Kurd xwedî nêzîkahiyek gelek germ girêdayî muzîk û huner a Ciwan in. Ciwan bû û hîn jî yek ji avakar / damezrêner a muzika nujen a Kurdî ye. Serbilindiyek e ku Ciwan – li aliyekî bi huner û muzika xwe û li aliyê din (li gor min gelek girîng ) herweha jî bi şexsiyeta xwe ya sade, delal û xwedî prensîb bû û nunerê muzîka nujen a Kurd e…
Ger em dîsa vegerin dokumenter filmê, Li ser rêya Diyarbekrê, temaşevanên film dikarîn bibînin ku Kurd çawa bi ser hemû tadeyên nemirovane jî, xwedî li çand a xwe ya neteweyî, Newroza xwe; wekî ku Ciwan jî gotî , cejna xwe ya neteweyî derdikevin. Ev yek di pêkanîn û damezrandina raya giştî ya navneteweyî ji bo doza rewa ya Kurd de gelek gelek girîng e… Ciwan di navenda filmê, Li ser rêya Diyarbekrê de, da zanîn ku huner-hezkirin-hîsên germ ên girêdayî xak û welat, bi awayek nêzîkahiyek mirovane çiqas delal û xweşik in…
Film dokumenter ê û Li ser rêya Diyarbekrê, bi stranên «Diyarbekir mala min e…ew paytexta welatê min e…» û «Min navê xwe kola li Bircên Diyarbekir…» germiya Ciwan, germiya Kurdan ji bo Diyarbekir û Kurdistanê gelek bi dilgermî raxist ber çavên temaşevanan…
Di dawiya van çend rêzan de dikarim bibêjim ku: hevalê min ê delal, kekê Ciwan…Tu Ciwan ê welatê xwe yî… Ez / Em bi te serbilind in Ciwanê me!…
Stockholm, 20 Adar 2011
(Avestakurd)