Civak

Aşitîxwaz tên lê aşitî nayê Amedê

Parêzerên aşitiyê 44 hûnêrmendan li Diyarbekirî serdana şeredarê bajarê mezin Osman Baydemîr kirin. Di nav parêzerên aşitiyê de ev nav hebûn: Ziya Taner Koçak, Zeycan Alkış, Taner Güven, Kadir Çıtak, Mehtap Yücel, Şengül Çiftçi, Mahmut Palpetek, Seçkin Aydın û Şefik Özcan. Pirtukek bi navê Çêroka Min dan Osman Baydemir.

Di hevdîtinê de Osman Baydemir axavtinek kir û got:Li vî welatî pêwistî aşitiyek bi rûmet heye. Eve sedê salane dadmendî(edalet) li vî welatî pêyda nebûye.Em naxwazin li ser vê axê yek mirov jî bête kuştin. Xebata me hemî ji bo van tiştan e.Lê ji aliyek din ji bo mirovên aşitîxwaz kêmasiyên aborî û teknîkî hene da ku rê û rêbaza aşitiyê li gelan belav bikin. Divê em ji bo aşitiyê xwe û gelê xwe bi hêz rêxistin bikin.

Back to top button