Kim Kardashian di derbarê şerê Azerbaycan û Ermenîstanê de peyamek belavkir û ji Amerîka xwest ku alîkariya çekdarî li ser Azerbaycanê bibre û êrîşa wan rawestîne û hişyariyê bide tirkiye ku çek û çekdaran neşîne Baku yê.
Li ser vê peyama Kim Kardashian, bêjereka kanaleka televizyoniya tirkiyê Ece Uner jî got: Çavkaniyeke mezina Kim Kardashian heye ku fêr bûye nîşa kamerayan dide, gelo dîsa heman çavkaniya xwe bikaranî?
Lîstikvan Deniz Çakir jî rexne li Ece Uner kir û got: Ev çi keseke ji asta jêrdaye û uslubeke kirête, birastî şerme. Bi vî awayî jî nûçeyan pêşkêş dike, birastî mirov nikare bawer bike.
Her wiha Alişan jî piştgiriya Ece Uner dike û bersîva Deniz Çakir dide û dibêje: Ez ji bo te û kesên wekî te şaş û matmayî namînim Deniz Çakir, Ece Uner bersîveke baş daye, bila li asta jêr dabe, lê bila ne ew tişt be… Tişta wê jî tu tişteke lê bike.