PolîtîkRojev

Kazimî: Trump bi eşkere vekişana hêzên Amerîka li Iraqê ragihand

Serok Wezîrê Iraqê eşkere kir ku li serdana xwe ya Amerîka û di dema civîna li gel Serokê wî welatî, Trump “bi eşkere” gotiye vedikişîn û eve jî li rêkeftinnameya stratejî da zelale.

Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê li civîna Encûmena Wezîran da ragihand: “Di dema serdana me ya Washingtonê û li guftûgoya stratejiyê da, Serokê Amerîka bi eşkere vekişana hêzên Amerîka ji Iraqê ragihand”.

Di derbarê guftûgoya rêkkeftinnameyê jî got: “beyannameya diyaloga stratejî zelale, sê xalên serekî li xwe digrê, vekişana Amerîka ji hemû binkeyên serbazî li Iraqê, paşê belavbûna wan li derveyê Iraqê temam dibe.”.

Back to top button