
Roja sêşem 29ê Eylûla 2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li Fayeq Zêdan Serokê Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertin û pêşhatên dawî yên Iraqê nirxandin û ronahî xistin li ser rewşa desthilata dadweriya li Iraqê û peywendî û hemahengiya di navbera sazî û damezraweyên dadweriyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal.
Her li vê civînê de tekez li ser rola desthilata dadweriyê ya li çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha bi cîhkirina desturê kirin.