Bi helkefta koça dawî ya Mihmemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê / Suriye, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê / Suriye kir ku eve jî naveroka wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo xuşk û birayên li serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê / Suriye
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kek Mihemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê / Suriye gihîşt me.
Xwedê jêrazî hemû jiyana xwe bi navê bi destxistina maf û azadiya gelê welatê xwe terxan kiribû.
Di demek da ku sersaxiyê li we yên birêz û tevahiya kadîrên partiya we ya têkoşer û nas û kesûkarê xwedê jêrazî dikim. Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.09.2020