Serokê Kurdistanê: Çareserkirina kêşeyan kilîla aramiya Iraqê ye

Berî nîvroya îro sêşem 29/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya bi serokayetiya birêz Şêx Hemîd Mele El Sa’dî Serokê Kongreya Giştî ya tevgerê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî û hilbijartina pêşwext ya nû ya Iraqê û babeta dadgeha federalî û mekanîzma destnîşankirina endamên nû yên dadgehê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan nirxandin.

Her du alî hevrebûn ku pêşhatên emniyên Iraqê û gefkirina li şandên dîplomasiyê, berjewendiya welat dixine metirsiyeke ciddî û derbaskirina kêşe û qeyranan pêwîstî bi karê hevbeş û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan û ber çav girtina berjewendiyên welat heye.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federal, li ser bingeha destûrê kir û çareserkirina kêşeyên her du aliyan û tevahiya kêşeyên navxweyiyên Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.

Nerîna min :