Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd kir
12/06/2026
Serok Barzanî pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd kir
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir û pê re rewşa navxweyî ya Kurdistanê…
Erkan Baş: Dibe ku em bi DEM Partiyê re li ser namzedekî Kurdîaxêv li hev nekin
12/06/2026
Erkan Baş: Dibe ku em bi DEM Partiyê re li ser namzedekî Kurdîaxêv li hev nekin
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş li ser hilbijartinên serokkomariyê û tifaqa bi DEM Partiyê re daxuyaniyên girîng dan. Erkan Baş di hevpeyvîneke xwe ya bi T24ê re de eşkere kir, dibe ku DEM Partî bixwaze bi namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî Kurdî ye derkeve pêşberî xelkê û got, “Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin.” Erkan Baş li ser tifaqa bi DEM Partiyê re û hilbijartinên serokkomariyê wiha axivî: “Bi nêrîna min vê carê em ber bi pêvajoyeke bi gelek namzedan ve diçin. Divê em li wir nîqaş bikin ka em dikarin li dora kîjan bernameyê namzedên hevpar derxin. Gelo em dikarin li ser vebijêrkeke li gorî bernameya me li hev bikin? Li vir tercîha DEM Partiyê dê çi be? Wekî mînak, ez dikarim daxwaza wan a bi vî rengî fêm bikim: Dibe ku bixwazin bi namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî Kurdî ye derkevin. Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin. Ev mijar tên axaftin.” Erkan Baş her wiha destnîşan kir ku ew wekî TÎP ji bo îhtimala ku bi serê xwe û bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin amadehiyê dikin. Baş daxuyaniya xwe sererast kir Ev gotinên Erkan Baş bûn sedema bertekan û li ser vê yekê daxuyaniyeke nû belav kir û gotinên xwe sererast kirin. Erkan Baş di daxuyaniya xwe ya sererastkirinê de anî ziman: “Mebesta min ji îfadeya, ‘namzedê ku zimanê wî yê dayîkê Kurdî ye’ ev bû: Dibe ku dostên me yên DEM Partiyê nêzîkatiyekê nîşan bidin ku tenê Pirsgirêka Kurdan wekî rojeva yekem dibîne. Ez nabêjim dê wilo be lê ev îhtimalek e û tercîha wan e. Di rewşeke wiha de, çawa ku tercîha wan rewa ye, tercîha me ya li gorî xeta me jî ew qasî rewa ye.” “Etnîk ne girîng e” Serokê TÎPê li pey çû û ragihand ku ji bo wan nijada namzed ne girîng e û wiha got: “Wekî din, ji bo me û partiya me qet ne girîng e ku namzedekî hevpar ê ku bi awayekî giştî nêzîkî pirsgirêkên Tirkiyeyê dibe, ji kîjan etnîkê be; Kurd, Tirk, Laz, Çerkez an jî Ereb be. Ti girîngiya vê yekê ji bo me nîne.” Têkoşîna li dijî desthilatê…
Birêvebiriya Kiliçdaroglu 9 parlamenteran ji CHPyê derdixe
11/06/2026
Birêvebiriya Kiliçdaroglu 9 parlamenteran ji CHPyê derdixe
Komîteya Birêvebiriya Navendî ya ku bi biryara dadgehê li şûna birêvebiriya navendî ya CHPyê hatibû erkdarkirin, biryara derxistina 9 parlamenteran da. Ev komîte wekî baskê Kemal Kiliçdaroglu tê naskirin. Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî vê hewldanê da. Birêvebiriya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya ku bi biryara dadgehê li ser kursiyê birêvebiriya CHPyê rûniştiye, pêvajoya derxistinê da destpêkirin. Wê birêvebiriyê 9 parlamenterên CHPyê şandin Komîteya Dîsîplînê ya Bilind. Di nav wan 9 parlamenteran de 4 endamên Meclisa Partiyê û 2 alîkarên serokê komê jî hene. Birêvebiriyê bi awayekî “tedbîrî” daxwaza “derxistina teqez” a wan parlamenteran kir. Ozgur Ozel li hemberî vê biryarê bertekeke tund nîşan da û got: “Yên ku rewatiya wan nîne û bi destê AK Partiyê bi awayekî bêyî hukim hatine erkdarkirin, nikarin li ser kursiyê Serokatiya Giştî ya CHPyê rûnên. Ev birêvebiriya betal a ku ji bo parastina desthilata Erdogan hatiye erkdarkirin, dixwaze bi awayekî derqanûnî 9 parlamenterên me ji partiyê dûr bixe.” “Dê di rûpelên şermê de cih bigirin” Ozgur Ozel anî zimên ku dê navê kesên xwedî li demokrasiyê derdikevin bi tîpên zêrîn were nivîsandin û wiha pê de çû: “Lê yên ku dest danîne ser vînê û bi tirs gavan diavêjin, dê tenê di rûpelên şermê yên dîrokê de cih bigirin. Em dê nehêlin ku ti kes destê xwe dirêjî ‘Mala Bavê’ bike. Em dê heta dawiyê xwedî li vîna endam û kedkarên xwe derkevin. CHP ne partiya wan kesan e ku ji Qesrê fermanan werdigirin, CHP partiya têkoşerên bedêldayî ye.” “Ev hewldaneke derbeyê ye” Ozel destnîşan kir ku parlamenterên wan bi dengê gel hatine hilbijartin û tenê gel dikare wan ji erkê wan dûr bixe. Ozgur Ozel di dawiya daxuyaniya xwe de xwe de wiha got: “Kesên tayînkirî nikarin di hundirê partiyê de ‘CHPyeke paralel’ ava bikin. Ev hewldana derbeyê dê pûç bibe. CHP dê ne bi destê ‘tayînkiriyan’ lê bi vîna azad a endamên xwe bi rê ve biçe.”
Serok Barzanî pêşwazî li Davutoglu kir
10/06/2026
Serok Barzanî pêşwazî li Davutoglu kir
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir û pê re rewşa siyasî, guhertinên…
Civîna çarenûsa CHPê…!
09/06/2026
Civîna çarenûsa CHPê…!
Îro di parlementoya Tirkiye de civîna fraksiyona CHPê ya hefteyî heye. Ji aliyekî ve wek serokê CHPê yê ji aliyê…
Konferansek ji bo Yekitiya Netewî
08/06/2026
Konferansek ji bo Yekitiya Netewî
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Û KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI QOSERÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê…
El-Hîlalî: Dahatên dergehê Sêmalka bo hikûmetê tên veguhestin
07/06/2026
El-Hîlalî: Dahatên dergehê Sêmalka bo hikûmetê tên veguhestin
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku gavên mezin ji bo çalakirina dezgehan hene û…
Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê xurtkirina têkiliyan nîqaş dikin
07/06/2026
Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê xurtkirina têkiliyan nîqaş dikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Yewnanê kir û di hevdîtinekê de her du alî li ser…
Li Hewlêrê baregeha me hat bombebarankirin
07/06/2026
Li Hewlêrê baregeha me hat bombebarankirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) eşkere kir ku bi dronekê baregeha wan a li parêzgeha Hewlêrê hatiye bombebarankirin. Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalîdiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Bi drona Şahid 136 a Îranê, demjimêr 07:56ê vê sibehê em hatin bombebarankirin. Baregeha me ya Çemşarê ya li nêzîkî nahiyeya Dareşekranê hat bombebarankirin. Zerereke mezin a madî gihîşt baregeha me lê kes nemir.” Li Akrê 2 dron hatin xistin Her wiha îro li nahiyeya Bicîlê ya navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê êrişeke dronî hat pûçkirin. Birêvebirê nahiyeya Bicîlê Beşar Mihemed ji Rûdawê re got: “Du dron ji aliyê balafiran ve li esman hatin teqandin û parçeyên wan li gundên Guzar û Ziravokê ketin.” Li ser zererên wê bûyerê, birêvebirê nahiyeyê diyar kir ku ti zererên canî û madî çênebûne. Êrişên li partiyên Rojhilatê Kurdistanê didomin Tevî ku 8ê Nîsanê agirbesta şerê Amerîka û Îranê hat ragihandin jî, êrişên Îranê yên li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê didomin. Tenê meha borî bi dron û mûşekan 21 êriş li partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin.
Qubad Talebanî: PDK û YNK nikarin bêyî hevdû hikûmetê ava bikin
07/06/2026
Qubad Talebanî: PDK û YNK nikarin bêyî hevdû hikûmetê ava bikin
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku derengketina avakirina kabîneya nû bandoreke neyînî li ser îmaja Herêma Kurdistanê ya li cîhanê kiriye. Qubad Talebanî her wiha got, “Bêyî PDKyê YNK û bêyî YNKyê jî PDK nikare hikûmetê ava bike.” Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Silêmaniyê di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Delphiyê de civîneke rojnamegerî li dar xist. Wî li ser xebatên avakirina hikûmetê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka meaşan û pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de daxuyaniyên girîng dan. “Ez şerm dikim ku em nikarin hikûmetê ava bikin” Qubad Talebanî da zanîn ku ew dixwazin Kabîneya 10an a Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de were avakirin û ev baweriya wan a bingehîn e. Wî bal kişand ser zerera ku dirêjbûna pêvajoyê li qada navneteweyî çêkiriye û got: “Dost, cîran û hevpeymanên me ji me dipirsin ‘Hûn dê kengî hikûmetê ava bikin?’. Çimkî dirêjbûna vê pêvajoyê dest bi xerakirina îtibara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li paytextên cîhanê kiriye. Îraqa cîran ku di nav şer de ye, tevî gelek partiyan û pevçûnên navxweyî yên di navbera Şîe û Sunneyan de, karî van astengiyan derbas bike û hikûmetê ava bike. Ez bi xwe şerm dikim ku her çend salek û 8 meh derbas bûne jî me di navbera du partiyan de hikûmetek ava nekiriye.” “Em şirîkatiyeke rasteqîn dixwazin” Qubad Talebanî tekez kir ku êdî ti hincet ji bo neavakirina hikûmetê nemaye û wiha pê de çû: “Berê qal li ser hejmara kursiyan dihat kirin. Kerem bikin, niha hûn hejmara kursiyan, erdnîgarî yan jî dîrokê li gorî kîjan pîvanê hesab bikin jî divê hûn vê hikûmetê bi hev re ava bikin. Ev rastiyek e. Bêyî PDKyê YNK nikare hikûmetê ava bike û bêyî YNKyê jî PDK nikare li Kurdistanê hikum bike. Ez hêvî dikim ku birayên me yên di nav PDKyê de jî fêm kiribin ku divê em dev ji vê serhişkiya heta îro berdin.” Qubad Talebanî ku di heman demê de Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, destnîşan kir ku partiya wî ji bo diyalogê amade ye û wiha got: “Em amade ne li ser pênaseyeke nû ji bo hikûmetê li hev bikin ku li ser bingeha şirîkatiyeke rasteqîn be û tê de berpirsyarî bên parvekirin, ne îmtiyaz. Me bi PDKyê re pêşnûmeyeke vîzyona hevpar amade kir û ez hêvî dikim ku ew ji vê yekê bi paş ve gav neavêjin. Em dixwazin hevdîtinên me li kû qut bûbin ji wir dest pê bikin. Pirsgirêka me ya bi PDKyê re ne şexsî ye lê ez hîs dikim ku di nav PDKyê de nêrînên cuda hene.”…
ENKSê li Şama semînarek li dar xist.
07/06/2026
ENKSê li Şama semînarek li dar xist.
Semînar li ser qonaxên tevgera Kurdî li Sûriyê bû ji aliyê siyasetmedarê Kurd Emîn Şêx Gulîn ve hat pêşkêşkirin. Di…
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
05/06/2026
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
Di nakokiyên di nava CHPê de rojane behsa hinek gavên nû tê kirin. Lê rastiyek derketiye holê ku, cardin hatina…
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
05/06/2026
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
31 berpirsên Iraqî û Kurdistanî û nûnerên şîrketên petrolê beşdarî civîna 3ê Hezîrana 2026an a bi Serokwezîr Elî Feleh Zeydî…
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîrana 2026an di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser çend mijarên giring ên…
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Serok Barzanî li ser nîqaşên dawî yên li ser çekên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku çekê Pêşmergeyan ne tenê amrazekî şer e. Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku ji ber rewşa siyasî ya taybet, hinek alî qala çeka Pêşmergeyan dikin û li ser vê mijarê şiroveyên xelet û nêrînên nerast pêşkêş dikin. “Pêşmerge berhema xwîn û keda gel e” Serok Barzanî diyar kir ku divê hemû alî vê rastiyê ji bîr nekin ku Pêşmerge ji xwîn, ked û hêsirên gelê Kurdistanê çêbûye. Barzanî li ser pênaseya çeka Pêşmergeyan destnîşan kir ku ew ne tenê parçeyekî hesinî, cebilxane yan jî amrazê şer e û da zanîn: “Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, rûmet û bîr û baweriya wan e. Çekê Pêşmergeyan ew soz û pêbendbûna wan a ku her tim ji bo gel, ax û niştiman heye.”