
Semînar li ser qonaxên tevgera Kurdî li Sûriyê bû ji aliyê siyasetmedarê Kurd Emîn Şêx Gulîn ve hat pêşkêşkirin.
Di semînarê de siyasetmedarê Kurd Emîn Şêx Gulîn behsa dîrok û qonaxên tevgera Kurdî ji dema damezradina yekem partî di sala 1957an ve li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ta qonax û rewşa niha kir.
Di semînarê de ku hejmarek çalakvan, nûnerên partiyên siyasî û welatî amade bûn, siyasetmedarê Kurd Emîn Şêx Gulîn daxwaz kir ku partiyên tevgera Kurdî guhdanê bi ciwanan bikin û da zanîn ku di vê qonaxê de divê Partiyên Kurdî hevbigrin û yekîtiyeke xwe ava bikin.

“Em ê berdewam bibin”
Serokê Xwecihiya ENKSê li Şamê Luqman Oso ji Welat TV re behsa naveroka semînarê kir û got, di semînarê de xebatkar Emîn Şêx Gulîn daxwaz kir ku partiyên Siyasî li gorî qonaxa nû li Sûriyê xebat xwe bikin, her weha da zanîn ku ew ê li Şamê çalkiyên xwe berdewam bikin bi awayê ku têkeve xizmeta doza gelê Kurd.


