Bi zanebûn pirsa netewî difetisînin!

Di rojeva siyasî ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê de gelek mijarên cuda têne gotubêj kirin. Rojane medya nûçeyên di derbarê baronê narkotikê serokekê mafya Sedat Peker de belav dike. Ev yek dide xûyakirin ku ka dewlet di destê kîre derbas bûye û kijan hêz dewletê îdare dikin. Ev rastiyek a Tirkiye ye.

Di vê qonaxê de li ser HDPê gotubêjên dijwar hene , opozisyon hewl dide rêyekî bibîne li gel HDPê li hevhatinekî bike û hêza HDPê tevlî Tifaqa Millet bike. Li himber vê yekê jî desthilat hewl dide ku astenga ji vê tifaqê re peyda bike. Lê tişta ku di rojevê de tuneyî û hemû alî bi zanebûn hewldidin bê ji bîr kirin Pirsa Kurd de. Di vê derbarê de HDP rolek sereke dileyze.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, her alî behsa rewşa darayî dike, dolar bilind dibe yan nabe, Erdogan behsa çi dike û wek her demî adalet haye yan tuneye ,demokrasî di çi halî de ye. Lê behsa Pirsa Kurd nayê kirin. Herkesekî di vê qonaxê de berê xwe ji vê pirsê daye aliyekî. Lê dema pêwistî bibînin di çerçova berjewendiyên xwe de pirsa Kurd gotubj bikin.

Sedemê bingehîn yê vê yekê lawazbûna xeta netewî li bakurê Kurdistanê ye. Ji xwe fikra “Cuhmhuriyeta Demokratik” li ser bingehê têkbirina bîr û baweriyên netewî Kurdistanî hatiye ava kirin û dixweyê heta radeyekî ev yek serketiye.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê heta Kurd li pirsa xwe ya sereke xwedî dernekevin û vê yekê rojane gotubêj nekin , dê gelek zehmet be ku bighin armancên xwe. Îro gelek bi zanebûn pirsa rewşa Demirtaş kirine pêşîya hemû tiştekî û bi vê yekê behskirina Kurdistanê û mafên rewa yên miletekî wedişêrin. Mixabin ne tenê li bakur medya beşên din yên Kurdistanê jî di nava heman leyiztikê de ye. Raba demirtaş û rûne Demirtaş. Başe ew aliyên ji derveyê PKK û HDPê vê yekê dikin, dikarin bi awayekî sedema vê jî îzah bikin? Nikarin ji ber ku nizanin. Ew jî li ber bayê nawenda rojevê diyar dike ketine û arikariya weşartina Pirsa Kurd li bakur dikin.

Gelek cara babetek girîng tê gotubêj kirin. Aliyên Kurd li dijê PKKê, mixabin çerçova ku PKK dide xûyakirin de pirsa Kurd û rewşa siyasî minaqeşe dikin. Ji xwe eve ku, dihêle PKK/HDP serbikeve û ewrek tarî deynê ser daxwazên netewî û Kurdistanî.

Mixabin li bakurê Kurdistanê ev siyaseta çewt ku mirov behsê dike, ji Tirka zehftir dewleta Tirk diparê ze. Li dijê alozbûn a dewletê derdikevin. Dixwazin dewlet bi hêz be. Heta gelek aliyên Kurd dema desthilatê rexne dikin di perspektifa ku desthilat dewletê lawaz dike , rexna dikin. Wek dewleta Tirk dewleta babê wane lê xwedî derdikevin. Lê mixabin heman der dor li dijê dewletbûna Kurda disekine û vê yekê wek felaketekî dibîne.

Dewsa aliyên kurd ku xwe li ser xeta netewî dibînin dijitiya hev bikin bila baş berê xwe bidin rastiyê û xwe bi rêxistin bêxin û hîmê tifaqa netewî deynin. Gerek ev alî îtîmadê li xwe bikin û xwe ji dûvê HDPê ji bo xatirê Kursiyek di parlementoyê de bidin aliyekî .

Li Bakurê Kurdistanê du aliyên siyasî bi xetek stûr ji hev cuda ne. Xeta PKK/ HDP û derdora wan û xeta netewî. Aliyek din tuneye. Veca gerek hemû alî cihê xwe kifş bikin û siyasetek serbixwe û bi kesayet rêve bibin.

26.5.2021

Analîz/ N.Firat

Nerîna min :