Nivîsar

Bedilê Erdogan di nava AKPê de ye !

Piştî hilbijartinên Stanbulê cara yekeme ku bi gelemperî rewşa AKPê bi awayên cuda tê gotubêj kirin. Her aliyek siyasî li Tirkiye li gora perspektîfên xwe yên siyasî rewşa AKPê û Erdogan gotubêj dikin. Partiya bi dengê Kurda dikeve di nava bazara siyasî de HDP jî ne bi kuleka Kurdan û Kurdistanê re, bi tene qalibek îdeolojiya çepitiyek teng de AKPê, Erdogan û pêşeroja Tirkiye gotubêj dike.

Di bingehê xwe de li Tirkiye behtir rewşa sîstema ku hatî guhertin di rojevê de ye. Gelek alî didin xûyakirin ku sîstema serokkomariyê li Tirkiye sernekeftiye dive ev system berçavre bê derbas kirin.

Pirsek herî girîng ewe ku , bedîlê AKPê kîye? CHP bi siyaseta xwe ya heta niha rêve dibe nikare bibe bedilê AKPê, ji xwe hevkariya ku li gel IYI Partiyê kirî wek hevkariya AKPê û MHPê bi xwe ye. Ji bo vê yekê ji CHPê û IYI Partiyê di vê rewşê de tiştek dernakeve. Lê eger CHP xwe biguherê, Tifaqa ku li gel IYI Partiyê heyî bide aliyekî, guhertinên heta wek îro AKPê di derbarê pirsa Kurd de kirî biparêze û serve jî projeyek radîkal ji bo pirsa Kurd eşkere bike û bikaribe vê yekê bi xelkê bide famkirin, dê şansê ku CHP bibe bedîlê AKPê gelektir bibe û hinge bedilek baş jî dikare derkeve hole.

Lê heta CHP statuko parest be, bi çavek Kemalist pirsa kurd binêre û herweha heta ku Çepên Netewî di nava CHPê de desthilatbin tu cara nabê bedil û ber bi herifandinekî ve diçin.

Ji xwe niha piranî tê gotubêj kirin ku, îhtimala bedilê AKPê û Erdogan cardin dê ji nava AKPê derkeve  zêdeye.Eger ev yek bibe li Tirkiye hêdî behsa gelek aliyên siyasî naye kirin. Muxalefeta AKP û Erdoga di du cihan de ye, AKP liyên derve mayîn û yên hêja di nava AKPê de. Herdu alî jî di nava koardinasyonekî de kar dikin. Niha behsa damezirandina du partiyên nû tê kirin. Helwesta Erdogan li himber wan gelek tund e. Dixweyê di pêvajoya demezirandinê de, ev herdu partiyên nû bêne damezirandin ,dê rasta gelek astengan werin, ji xwe ji nihave Alî Babacan bi tohmeta pişgiriya FETO tê tawanbar kirin û ihtimalek mezin jî dê derbarê wî de dozek bê vekirin. Yanî AKP û Erdogan zû bi zû rê nade damezirandina partiyên nû. Ji ber ku tirsa Erdogan nej i CHPê ye ji nav xwe ye.

Mixabin dema ev pirs li Tirkiye têne gotubêj kirin, behsa pirsa Kurd nayê kirin. Ev yek jî dide nîşandan ku xwediyê vê pirsê di qada siyasi de tunene. Yên bi navê Kurdan jî hereket dikin , ji Tirka behtir xizmeta Tirkiyebûnê dikin. Di bingehê xwe de projeye ku di çilmisandina pirsa Kurd de dewlet di dema AKPê de serkeftî projeya HDPê bi xweye. Bi gotinek din HDPê di vê qonaxê de û bi vê siyaseta xwe, ji bo entegreya Kurda Tirkiyebûnê ve xizmeta herî mezin dike û ji bo ku pirsa Kurd bi awayek rasteqênî bikeve rojeva siyasî de astengek bingehîne.

Gelo dema mirov li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di kuleka Kurdistanî de li pirsên heyî û rewşa siyasê binirxîne, dê çi guhertin çêbibin? Ji berî her tiştekî çi partîya heyî û çi partiyên nû bêne damezirandin mecbur dibin bi awayekî pirsa Kurd bêxin rojeva xwe de. Ji aliyek din ve divê Kurd gelek vekirî hewlbidin ku, pirsa Kurd û PKKê ji hev cuda bikin û li dijê vê yekê kampanyayên girîng li darbêxin. Kêm zêde eger herkesek ji aliyê xwe ve vê yekê bike, dê gelek tişt hesanîtir  bibin .

Kurd divê li gora berjewendiyên xwe yên netewî aliyên siyasî li Tirkiye binirxînin û bibin xwedî helwest. Her bûyerek bibe , gerek mirov binêre ka gelo berjewendiya tevgera Kurd di vê de çiye û zerer çiye. Divê ev yek ji bu Kurda bibe wek pîvanek. Ji ber ku Kurd doza mafên xwe yên rewa dikin.

10.7.2019

Dara Bilek

Back to top button