Kurdistaneka azad pêwîstî bi azadkirinê nîne
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da dibêje ku mediya Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê derewa dike û wê nûçeya PKKê di mediya xwe da ragehandiye ku qaşo, di kuştina serkirdeyekê wan de sziyên emniyên Herêma Kurdistanê dest hebûye red dike.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje ku bi vê nûçeya çêkirî û ji rastiyê dûr PKK nikare wê rastiyê veşêre ku hebûna wê li Başûrê Kurdistanê sebebê serekî yê rakêşana şer û nearamiyê bo nav Herêma Kurdistanê ye.
Di çend rojê borî da li Başûrê Kurdistanê serkirdeyekê PKKê (Diyar Xerîb) ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hat kuştin. Ji bona ku PKK tometên kuştina wî serkiredyê xwe ji xwe dûr bike destpêkiriye saziyên emniyên başûr pê tometbar dike.
Teksta daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê:
Daxuyaniyek ji Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê
Di çend rojên borî da, hindek ji medya nêzîkî PKKê, saziyên emniyên Herêma Kurdistanê bi tometeka nerwa tometbar dikin ku giwaye di kuştina serkirdeyekê wan de dest hebûye, mxabin çend saziyên ragehandinê li navxwe jî, ji bona mifayên xwe yên siyasî, ev tometên bê esas zêdetir mezin kirin.
Em, li Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, bi timamî wê nûçeyê red dikin. Tevî vê jî ev nûçeyên ragehndana çewaşekar nikare wê rastiyê veşêrin ku hebûna PKKê bê vî awayê niha li hindek deverên Herêma Kurdistanê sebebê sereke ye ji bona rakêşana şer û nearamiyê ji bo nave Herêmê. Ev çend sale PKK rêgiriyê li avadankirina zêdetir ji heşt sed gund û avahiyan li Herêma Kurdistanê dike. Mixabin, vê dawiyê jî çekdarên PKKê xwe xistiye nav gund û avahiyan û bi vî awayî hevwelatiyên sivîl dibin qurbana pêkdadanên navbera PKK û Tirkiyeyê.
Li vir em careke din tekîd dikin ku hemû sîstema îdariya Herêma Kurdistanê ku berpirsiyare ji parastina asayîşa hevwelatiyan, dijî vê siyaseta PKKê ye û em ji wan daxaz dikin ku pirsgirêka xwe bibin meydana xwe ya raseqêne û em wê rastiyê berçav dikin ku kurdistaneke azad pêwîstî bi azadkirinê nîne.
Divê hemû alî hurmetê ji serweriya herêmê û saziyên wê yên şeriî bigirin û berjwendiyên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê berçav bigirn. Em ji hemû hêzên herêmî daxwaz dikin ku pirsgirêkên xwe bi aştiyane çareser bikin û dawiyê b xûnrijtinê bînin
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê
09.07.2019