Bedelê xwîna pêşmerge serxwebûn e

Siyaset ji bo armancên berbiçav tê kirin. Dema kesayetek yan rêxistinek di siyaseta xwe de ne xwedî dîtinên zelal be, gelek zehmete ku di bûyerên rojane de bibe xwedî helwestek rasteqînî.
Bê guman dema destpêka siyasetê li gora hinek îdeolojiyan bê kirin û di rastiya xwe de ew îdeolojî û baş nehatibê fam kirin, ji zanyariyê zêdetir dibe qalibek ku siyasetê di nava xwe de heps dike.
Siyaseta ku di nava hinek qaliban de bê dîl kirin tu cara şansê serketinê tuneye. Heta serketinên demikî dest ve bîne jî berdewam nake.
Di dema me de, piranî dewsa siyaseta bi qalibên îdeolojîk tê kirin,siyaseta reel ya li gora mercên heyî tê rêve birin.
Eve demeke serokê herêma Kurdistanê mesud Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê dike. Bê guman Barzanî ne tenê bi awayek hissî behsa serxwebûna welatê xwe nake. Barzanî ev yek li gel serokê Emerîka û gelek welatên din yên cîhanê gotubêj kiriye.
Ji roja Barzanî li qesra spî li gel Obama behsa serxwebûna Kurdistanê kirî heta îro, gelek di paltformên cuda de û herweha minasebetên cur bi cur de vê yekê tîne rojevê.
Herî dawî Barzanî li gel malpera Al Monitor hevpeyvînek pêkanî û di vê hevpeyvînê de bahsa ragihandina dewleta kurdî dike. Di bersiva pirsekî de serokê Kurdistanê dibêje: Armanca mina gihîştina vê xalê, ewe bû ku me Kurdistanekî serbixwe hebê. Eve jî sozeke mine. Ew roja me Kurdistanekî serbixwe bi dest anî, ez êdî Serokê wê Kurdistanê namînim. Her wiha ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikin û bila yekî din li şûna min bigre. Eve sozeke mine û ez nabim Serokê Kurdistanê.
Divê her kurdek ku serxwebûna Kurdistanê diparêze vê beyana Barzanî baş bixwîne û herweha tê bigihe.
Nabê bi tu awayî aliyên siyasî pirsa çarenûsê miletekî , taybetî pirsek zîz wek serxwebûna Kurdistanê ji bo hinek dîtin û armancên tengên siyasî piştguh bête kirin.
Herweha nabe tenê ji bo Mesud Barzanî serxwebûnê dixwaze, hinek aliyên ku heyîna xwe di tengiya siyasetê de û li ser dijberiya Barzaniyan ava kirîn dijê serxwebûna Kurdistanê derkevin.
Baş tê zanîn ku mercên li herêmê û cîhanê pêkhatîn zemînek ji bo ragihandina dewletek Kurdistanî li Kurdistana Başûr derxistiye holê. Eger kurd û taybetî desthilatdariya Kurdistanê ji bo berjewendiyên netewî vê yekê bi kar neynin, dê hingê xirabiya herî mezin li welatê xwe bikin.
Eger serokê Kurdistanê Mesud Barzanî zemînê ragihandina devletek Kurdistanî nebîne, tu cara vê yekê naynê rojevê.
Qonaxa di siyasetê de tê jiyandin, li Başûrê Kurdistanê pîvana netewîyetê û parastina berjewendiyên netewî bûye li xwedî derketina ragihandina dewletek Kurdistanî. Dij derketin yan jî pêkanîna astenga di vê rêyê de mirov ber bi xiyanetê ve dibe.
Li Başûr ragihandina dewletek Kurdistanî dibe demana destxistina mafên rewa yê netewî li hemû beşên Kurdistanê. Wek din tu demana jiyanek azad di Kurdistanê de ji bo gelê Kurdistanê tuneye.
Ji bo vê jî pêwiste di pirsa serxwebûna Kurdistanê de, aliyên siyasî ji dev siyaseta teng berdin û di prosesa ragihandina dewleta Kurdistanî de Barzanî tenê nehêlin.
Herweha pêwiste hemû kurd li beşên din û li cîhanê rojane pişgiriya xwe di vê rêya pîroz de ji bo serokê Kurdistanê bidin kifşkirin.
Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina xakaKurdistanê û herweha ji bo hemû cîhanê şerê rêxistina terorist a DAÎŞê dikin. Di vê rêyê de bi hezara Pêşmergeyên Kurdistanî şehîd bûne û bûne qurbanî.
Kurd ji bo parastina mirovatiyê bedelek mezin didin. Bila bedelê xwîna pêşmergeyên Kurdistanê bibe Serxwebûn.
26.3.2016
Dara Bilek