Hevpeyvîn

Kosret Resûl behsa nakokiyên nav YNKê dike

Cîgirê yekem yê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hevpeyvîneke xwe de bi eşkere û zelalî îtîrafê dike ku di nav partiya wî de nakokî û pirsgirêkên aloz hene û ji bona çareserkirina wan aloziyan pêşniyara kongireyeke lihevhatinê dike.Kosret Resûd cîgirê yekemê yê Celal Talebanî sekreterê girştitê YNKê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Şerulqawsat dibêje ku, Hêro Îbrahîm, hevjîna Celal Talebnaî, dest daniye ser êkonomî û hêza çekdara YNKê û YNKê ber bi partiyeke malbatî ve dibe û tu rol û qîmetê bi endamên din nade.Resûl dibêje ku, nakokiyên kûr hene û vê yekê tesîra xwe li ser cemarerê YNKê jî kiriye, lê tevî vê jî, di vê rewşê de gelek zehmete kongire bê kirin û eger bê kirin jî dê YNK parçe bibe û: Em naxwazin piştî cpdabûna Newşêrwan careke din YNK parçe bibe û hindî mam celal yê nexweş be rewşa YNKê dê bi vî awayî bimîne.

Back to top button