CivakPolîtîk

Armanca serekî ya Serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê ye

Piştî belavbûna hevpeyvîna birêz Serokê Herêma Kurdistanê li gel malpera Al Monitor hejmarek medyayên navxweyî li şûna palpiştîkirina serbixweyî û mafê rewaya gelê Kurdistanê li diyarkirina çarenûsê, ji bo meramekî taybetî siyasî ketine nava nirxandinên cûr bi cûr ya hevpeyvîna bi taybet li ser pirsa Serokayetî û Serbixweyî yê.Teksta Îngilîzî ya hevpeyvînê li malpera Al Monitor da heye û nêrînên Serok Barzanî li vî derbarî de gelek bi rûnî li wir da hatiye û pêwîstî bi tefsîrên nedirust û ji rêderxistinê nake. Armanca serekî ya Serok Barzanî serbixweyî ya Kurdistane.Di derbarê pirsa Serokayetiyê jî helwesta Serok Barzanî rûn û nagûhere. Her wekî li peyama serê sala 2016 ê zayînî û civîna 26.01.2016 ê Serok Barzanî li gel partiyan jî tekez li wê yekê kiriye ku ji bo yek alîkirina pirsa Serokayetiyê daxwaza sê bijardeyan dike.Yan biryar ji bo hilbijartina Serok bidin li gor yasaya hejmara yekê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya sala 2005 û Serok Barzanî ragihandiye ku bi tu awayekî xwe kandîd nake yan hemû partî rêzdarek bi tewafuq destnîşan bikin bo ku heta 2017 erkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê pê bête spartin, yan jî li ber çavgirtina rewşa siyasî biryar li ser mayîna rewşê wekî xwe bidin heta hilbijartinên pêşde.Hemû partî jî ku nekarîn çareseriya pirsa Serokayetiyê bikin, nabê çarenûsa welat bi berjewendîxwazî û yariya beşek ji partiyan ve bê girêdan û ji bo rêgirtina li valahiyê û birêvebirina karubarê şer û diplomasiyê heta hilbijartina Serokekî nû biryara Encûmena Şûra çalake û Serok Barzanî li erkên xwe da berdewam dibê.Ev babet ji bo hemû aliyên siyasiyan rûn û eşkereye û cûdaye ji babeta serbixweyî. Serbixweyî divê armanca hemû aliyek bê û nabê ji bo merama tengên siyasî bête bê girîng kirin. Serok Barzanî hemû temena xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê û serbixweya Kurdistanê terxan kiriye û li her post û pêgehek da bê hewl ji bo wê dide û ji bo vê armanca pîroz jî muhletê ji kes wernagirê û piştevaniya wan kes û aliyan jî divê ku amade bê serbixweyî ya gelê Kurdistanê pêkbîne.Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê24.03.2016

Back to top button