Pirtûk: Serhildana Eşîra Jêlî
PIRTÛKA SERHILDANÊ Pirtûkeke hêja li ser Serhildana Eşîra Jêlî, cara duyem e ku tê weşandin.Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar pirtûkê li ser serhildana Êşîra Jêlî ya di 1929an de nivîsiye.Pirtûk bi berfirehî behsa serhildana Jêliyan kiriye, herweha hinek kesayetên salxur ên ji Eşîrê jî, serpihatiya serhildanê bi awayekî zindî gotine ku wê demê ew bi xwe dîdevan bûne û tê de beşdarî jî kirine.Nivîskar dema dest bi nivîsandina serhildanê kiriye, li hin gundên eşîrê geriyaye, bi xelkê herêmê re hevdîtin kirine, herweha hevdîtin bi hin kesayetên malbata serokê Serhildanê re jî pêkanîne.Nivîskar di pirtûkê de cih daye hin belge û dokumanên Frensî, tirkî, erebî û kurdî jî, jêderk û naveroka wan bi awayekî zelal nivîsiye.


