Li gora projeya entegrekirina Kurdan bi Tirkiyeve HDP hate avakirin. Misyona HDPê vekirî ye. HDP partiya gelan e.

Dema HDP hatî avakirin di nava BDPê de dengên cuda derketin , hinekan nedixwest  PDB ji holê rabe û bibe HDP.

Di serê wan de jî serokê niha yê BDPê Selahatin Demirtaş dihata.

Lê ne Demirtaş ne jî tu kesayetek din di nava BDP, PKKê û hemû dem û dezgehên bi wan ve girêdayî de nikarê li dijê îrada Ocalan derkeve.

Ji ber ku îrada kesekî tuneye. Îrada wan Ocalan e. Yanî keseyatek ku bikaribe bêje îrada min ne Ocaln e tuneye. Ji bo vê yekê jî piraniya caran tu bihayê gotina kesekî di nav PKKê û derdora wê de tuneye.

Ji bo vê sedemê jî dijderketina Demirtaş û hinek daxuyaniyên wî di derbarê HDPê de tu bihayê wê tinebûn û çênebûn.
Ji xwe mercbûr ma bibe hevserok jî. Niha jî ew bi xwe jî nizanê çima, lê kandîdatê serokkomariya Tirkiyeye.

BDP bi fesihkirinê ji holê ranekirin lê bi formolek din ev yek pêkanîn. Navê BDP kirin DBP(Partiya Herêmên Demokratik) Lê wek her tiştekî ev yek jî bi zimanê Tirkiye.

Guhertinên di nava PKKê û sedemên wan tên zanîn.

Lê ku BDP nehat fesih kirin û temamî tevlî HDPê nebûna wê û guhertina navê BDPê helwestek ya bingeha ku xwe kurd dibînê bû.

Lê ew bingeh jî bi serokatiya Emine Ayna hate cezakirin. Emine Ayna bû hevseroka partiya navê nû. Ji xwe hatina Ayna jî kifşe ku armanc û berê vê partiyê li kûye. Ji berku Emîne Ayna jî di nava PKKê de yek ji wayên Kemalist e.

Nûçe/Analîz

2 Nêrîn

  1. Ímrali dísa “kirasé Elo,li Celo kir”.Her roj navek nú,her sal réxistinek dítir,herdemek daxwazek,u programeke pékenok.lé mixabin ti$tek nayé guhertin,naverok her ewe:dijatíya serxebúna Kurdistané,te$wíka tirkitíyé,asimilasiona nirxén kurdewari,ú gotinén xapinok. Ez dibéjim eve paníke,&imku ew jí nizanin &i dixazin,&i bikin,jiber,ku íro gel koka van tevgerén kemalist ba$ naskiriíye,ú ew vé jí dizanin ,ku misiona wan bi dawí hatíye.Véca nav &i dibé ,bila bibé,bé feyde ye,bé wateye.!

  2. Bila navê xwe bikirna QQK. Qaz qaz a wa Kemalistên Tirk. Wey nalet li we bê hey bêşeref. Xuna şehîda vexarin wan kucika!

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: