Bayîz: Siyaseta îro Yekgirtu dimeşîne siyaseteke xerîbe
Erselan Bayîz cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê û endamê serokatiya yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di nivîseke xwe de ku, bi nave (aloziyên Zaxo) li rojnameya Kurdistanî Niwê de weşandiye siyaseta nuha Yekgirtuya Îslamî li ser dice, rexne dike.
Bayîz di nivîsa xwe de dinivîse ku, parastina saman, ser û male hevwelatiya bi tênê ne wezîfeya hikûmet û partiyên desthilatdar e, lê ew wezîfeya hemû partî, grûp û aliyên siyasyên Kurdistanê ye bi aliyên opozisyon ve.
– Ez bi xwe bawer nakim ku destê partiyên îslamî bi awayekî dîêrekt di bûyerên zaxoyê de hebe, lê ne dûre ku, aliyên îslamî rojane xurttên misilman dijî dikanên meyfiroştinê, senterên masajê û hindek hotêlan sergerim bikin. Ji xwe eger patiyên îslamî vê yekê jî bikin her karekî xerabe, çunkî xelik di kar û kasibiyê de azad e, bi taybetî birayên me yên mesîhî û êzidî.
Cîgirê serokê parlamnetoya Kurdistanê di nivîsa xwe de dinivîse ku rêya çareseriyê jib o hemû pirsgirêkan tehemûl, hevduqebûlkiirn û rêya diyalogê ye:
– Pirsgirêk çend mezin û domdirêj jî bin, her divî dîwarê bêbaweriyê herifînin û bi lêbihurînî bi hev re bicivin û karkirin serwer be.
Erselan Bayîz dinivîse:
– Siyaseta salên berê ya Yekgirtuya Îslamî siyaseteke hekîmane bû, siyaseteke ralîst bû, bi tehemûl û dûr ji şidetê bû. Lê mixabin, di van çend mehên dawiyê de siyaseta Yekgirtu bi awayekî ber bi çav hatiye guhertin, heta dereceyekê ku siyaseta nuha Yekgirtu dimeşne li çav siyaseta berê yak u Yekhirtu pê hatiye nas kirin, karekî xerîbe.
– Ez weke bînerekê meydana siyasiya Kurdistanê, serê min ji vê siyaseta îro Yekgirtu dimeşîne dernakeve. Tu bêjî ku partiyên îslamîyên cîhana erebî hind tesîr li Yekgirtu kirine ku realîteya Kurdistanê jibîr çibe, eger ne, erê ew zimanê tûjê mediyayê û bicihneanîna soza xwe ku li civînê (civîna digel PDK) amade bibin, çi manayekê dide? Erê çima beriya soza amadabûna civînê, daxwaza azadkirina girtiyên xwe nedikir, çima ew nekir şertê pêşwext bo amadebûna civînê?