Polîtîk

Nûbihar cardin li Almanyayê – Li fuara ASTECê ye

Nûbihar cardin li Almanyayê – Li fuara ASTECê ye

Ji bona çand û zimanê Kurdî di nav Kurdên Almanyayê de jî belav bike, weşanxaneya Nûbiharê  îsal cardin tevlî fuara kîtaban ya ASTECê dibe.
Fuara ASTECê ji 23.12.2011 heta 01.01.201an dom dike. Heta niha jibilî weşanxaneya Nûbiharê hêj weşanxaneyên Kurdan tevlî vê fuarê nebûne, ev cara duduyan e ku bi saya Nûbiharê dezgeheke Kurdî jî di fuarê de cî digre.

Panel:

Nûbihar îsal jî di fuarê de panelekê li dar dixe. Di panela bi navê „Du navên sembol ji edebîyata Kurdî: Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî“ herdu nivîskarên navdar Selman Dilovan û Jan Dost wek axaftvan li ser van herdu stêrkên ji dîroka Kurdan disekinin. Rêvebirîya panelê nivîskar û wergêr Reşat Cûdî dike.  Panel di 26.12.2011 de, saet di 14.00an de li salona fuarê çêdibe.

Nivîskar kitêbên xwe îmze dikin

Li dû panelê ev nivîskarên Nûbiharê kitêb û wergerên xwe îmze dikin:
Selman Dilovan
Jan Dost
Abdullah Incekan
Reşat Cudî

Weşanxaneya Nûbiharê li benda hezkirên ziman û edebîyata Kurdî ye û hêvî dike, ku xwendevan wan tenê nehêlin:

„Da xelqî nebêjitin ku Ekrad
Bê mer’rîfet in, bi esl û bunyad
Enwaê milel xwudankitêb in
Kurmanci tenê di bêhisêb in“ (Ehmedê Xanî)

Navnîşan:

Landschaftspark Nord
Emscherstr. 71
47137 Duisburg

Back to top button