Nivîsar

Agirê dikan û baregehan di navbera PDK û Yekgirtu de

Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê yê Tirkiyê, kombûneke Elewiyan hebû, wê çaxê Îslamiyên Tirkiyê, bi taybetî jî partiya Refahê herî xurt bû. Cefer Erçekmak navek ku endamê civata şaredariya Sêwasê û girêdayî partiya Refah a Necmedîn Erbekan bû, gelek xelk daf dan herin ser wê hotêla ku mêvanên wê kombûna Elewiyan lê bûn û fitûya kuştina wan da û gelek xelkên girêdayî partiya Refah (diya AKPê ya niha) agir berdan hotêla Madimak, di wê bûyerê de 33 nivîskar û dengêbjên navdar ên Tirk mirin û 51ê din jî ku nivîskarê Tirk ê navdar Ezîz Nesin di nav wan de bû bi birîndarî rizgar bûn. Ger hikûmet zû li hawara rewşê neçûbana ne dûr bû Elewiyan qetlûam bikin.

Bûyera Zaxo qet naşibin bûyerên Brîtanyayê weke hinek kes wisa wesfi dikin, bigire zêdetir dişibe ya Sêwasê ku kêmjimarek û hinek cihên diyarkirî bûn armanc, ne ku ter û hişk bi hevre tên şewitandin!

Çend têbînî:

Yekem: Di van bûyeran de mele Îsmail weke beranê qurbaniyê lê hat kirin û hewldan hat kirin barê tevahiya bûyerê li milê melê bê girêdan. Di wê videyoyê de ku kanala Nalya bi derengî weşand, mele li mizgeftê hatiye der û di demekê de du mikrofonên televizyonê jî li pêşberî wî ne ku yek ji wan mikrofona kanala Nalya û ya din jî mikrofona kanala Spêde ye, xwe kiriye rêberê şerî`etê, lê bi rastî tablo berovajî ye, ew mele ye ku hinek xelkan pif kirinê û kirine lîder! Hinek kesan berê bername danîne da ku meleyekî PDKê bibe hander. Mehdî navek ku di rapora parlamenê de jî amaje pê hatiye kirin ku ser bi Yekgirtu ye, destekî wî yê bilind hebûye û her ew bûye daxwaza ji mele kiriye fitûyê bide wan heya weke herin wan cihan bişewitînin.

Lê belê, mesele ne tenê ew bû ku li Zaxoyê êrîş biribin ser dikanên meyfirotinê û senterên mesajê heya weke bêjin ew bûyereke jixweber bûye, êdî li Silêmaniyê çi ku sentera mesajê hat şewitandin, êrîşa dikanên meyfirotinê hat kirin û du serxweş jî bi kêran hatin azardan, erê li wir mele Îsmail li ku bû?

Dûyem:
Wê demê sarbûnek di navbera Yekgirtu û PDKê de çêbû, piştî ku heyva sora Îmaratî dabeşkirina pereyên 5 hezar zarokên bê bav ên Herêma Kurdistanê ku ji 1994an ve ji aliyê kombenda Îslamî ve dihat parvekirin, vê dawiyê da dezgeha xêrxwazî ya Barzanî, ev meheke ku di medyayê de şerê devkî di vî alî de heye.

Sêyem: Yekgirtu du heftiyan berî wê bûyerê, li gor hinek şopandinan û bi gotina karmendên radio û kanala Yekgirtu li Zaxo (Kanala Xabûr), bernameyên taybetî û cemawerî li dijî hebûna mesajgeha Zaxo û dikanên meyfirotinê li bajêr destpê kiribû. Di destpêkên êrîşbirina ser wan cihan rêveberê kanala Xabûr di nav êrîşkeran de hatibû dîtin.

Çarem: Bi baweriya min baskekî tundrew di nav Yekgirtu de, pir ji wê yekê dilgiran bûye ku Yekgirtu tevî kabîneya dahatû ya hikûmetê bibe, lewma niha hemû tiştan dike derfeta ne arambûna rewşê ligel PDKê. Bêguman kesên wiha diramin hez nakin vêga rewş ligel PDKê aram bibe.

Pêncem: Kifş e ku daxwaziyeke zêde di hundirê Yekgirtu de heye ku dema emîndartiya mamoste Selahedîn Mihemed Behaedîn di kongrê vê carê yê Yekgirtu de bidawî bê, xuliqandina van rewşan, ji aliyê hinek kesan wiha hatiye dîtin ku di qazanca emîndar de bû, daku pêwîstiya mabûna xwe dirêj bike, yan dema wî dirêj bibe û di demeke wisa de Yekgirtu kongrê xwe bipaşde bixe. Lê daxuyanî û nemaze jî peyama Behaedîn, ku bêguman in hinek ji endamên serkirdayetiyê jî jê ne agahdar bûn, ku hinek hevokên zivir û provokatîv ji PDKê re dabûn, ne karekî siyasî yê saxlem bû, çiku PDKê nermtir ji Yekgirtu dipeyvî.

Yekgirtu di nav agirê şerê navxweyî de îmajeke nerm ji xwe re çêkir, lê di bûyerên 17ê Sibatê de kesên weke Musenna yê endamê serkirdayetiya Yekgirtu, vê carê jî Musenna û kesên din û peyama mamoste Selahedîn ziyaneke zêde gihand wê îmajê.

PDKê goleke mezin li xwe kir

Şewitandina baregehên Yekgirtu, rewş bi her şêweyekê bûbe, berpirsî dikeve milê polîs û ewlekariya Dihokê, ku bingeheke serekî ya desthilata PDKê ye. Yanî berpirsî dikeve milê PDKê, her weke çawa tevdana xelkê jî li dijî dikan û hotel û senterên mesajê dikeve situyê radio û kanalên Yekgirtuyê. Girtina ser baregehên Yekgirtu û şewitandina wan li jêr her hincetekê be bê behane ye, Yekgirtu bi xwe xwest bên şewitandin? Alîgirên partiyên din şewitandin? Destê welatên biyanî tê de hebû? Ev hincet nikarin behaneyek bin ku berpirsiyê ji situyê dezgehên eminî yên hikûmetê li Dihokê derxin. PDKê nikare înkar bike ku beşekî kesên ku girtine ser melbend û baregehên Yekgirtu û şewitandine, ne alîgirên PDKê bûne, lê van alîgiran bi vî karê han goleke mezin li PDKê kirin û bi famkoriya xwe av birin ser aşê rikberên PDKê.

Şewitandina dikan û hotel û senterên mesajê li Kurdistanê û belavbûna wê bi xurtî, êdî karekî pir xeternak e, pêdiviya lêkolînkirina wan bûyeran bi lêkolîna dezgehên eminî û dadwerî û zanistî jî heye, lê şewitandina baregehên Yekgirtu hemû ev gotûbêj û pêdivî winda kirine.

Rola YNKê, alîgirên wê û medyaya wê di demekê de ku divabû rola xêr û navçîkar be, bêtir `agir berda zomê û xwe da ber gomê` bû û ji lojîkeke pir teng a partîzanî ve reftar ligel bûyeran kirin û hewl dan ji xelkê re bêjin ku guneha PDKê ye ger na YNKê pir demokratîk e! Û ji bîra wan çûye ku çawa di Nîsana borî de xelk li ber seraya Silêmaniyê dan ber dar û rotan da ku xwenîşandanan nekin? Çadir û konên xwenîşanderan dişewitandin, rewşenbîrên nerazî di nav xwînê de vedigevizandin!

Dr. Berhem Salih piştî bûyerên Zaxo ji Yekgirtu re gotibû, em weke YNKê pir dilgiranên wê nêzîkbûna bihêz in ji we û opozisyonê ji PDKê, çawa bû di wê demê de ew buyer derketin. Di demekê de divê çêbûna rewşeke siyasî lib a hemû kes û aliyan weke cihê xweşiyê bê dîtin. Lê ji xeynî vê gotina Dr. Berhem jî, hinek kadroyên YNKê jî helwestên tund ji YNKê dixwestin li dijî PDKê. Bêyî ku li ser wan bûyeran rawestin, ku eger çi teqîna wan li Zaxo bû, lê kampîna hezar îmzeyan dijî cihên laşfiroşî û meyfirotinê li Silêmaniyê dest pê kirin, mixabin her piştî Zaxo, yek ser Dihok û îcar jî li Silêmaniyê mesaj hatin şewitandin û girtin. Heke ev kampîn berfireh bibe bêguman tu navçeyeke Kurdistanê bi aramî namîne.  (Rûdaw)

Rêbiwar Kerîm Welî

Back to top button