Neçîrvan Barzanî biryara dawî nedaye
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Cafer Îbrahîm ragihand ku, cîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amadeye ku postê serokwezîriya Kurdistanê werbigire.
Cafer Îbrahîm di derbarê vê yekê de ji AKnews re axivî û got: Partî pirsa wergirtina serokwezîrîyê ji Yekitiyê zelal kiriye. Hilbijartinên sala 2005-ê meha Temuzê li Kurdistanê çêbûyîn PDK û YNK bi awayek hevbeş ketîbûn hilbijartina û serkeftin dest ve anîbûn. Pirsa postê serokwezîriyê ji li gora li hevhatina di nav herdu partiyan de hatibû zelal kirin.
Di vê derbarê de Îbrahîm got: Cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî amadeye serokwezîrîyê werbigire. Lê hejî Neçîrvan Barzanî biryara dawî nedaye. Barzanî wê demê biryara xwe dide ku, ka gelo dibê hukumetek yekgirtî pêk bê yan na.
Di derbarê beşdariya hemû aliyên siyasî di hukumetek nû de, Brahîm got: dema ew dem werê dê Partî û Yekitî gavên pêwist bavêje.