Ferhenga Êzidîxan
Lêkolîner û nivîskarê êzîdî, Xeyrî Şengalî, diyar kir, heta niha zêdetirî 7 hezar peyvên kurdî li deverên êzîdînişîn kom kirine û dixwaze ferhengekeê bi navê “Êzîdxan” bide çapkirin.
Xeyrî Şengalî, ji AKnewsê re got:
– Li ser daxwaza peymangeha kultura kurdî ya Silêmaniyê, demek e min dest bi komkirina peyvên kurdî bi zaraveya kurmancî li deverên êzîdînişîn kiriye.
Şengalî got ku, mebest ji wî karî parastina kultura kurdên êzîdî ye ku hewla wendakirina wê hatiye dayîn, her wiha xizmetek e bo zimanê dayikê û dewlemendkirina zanîngehên kurdî ye.
Lêkolîner Xeyrî Şengalî diyar kir ku, bi sedan peyvên mirî hene ku em wan zindî dikin û peyvên hemberî wan dibînin û bo ziman çêdikin.
Şengalî got:
– Ez li deverên ku êzîdî lê hebin, wek Şengal, Şêxan, Başîk, Tilkêf, Sêmêl û Zaxo, peyvên kurdî kom dikim.
Xeyrî Şengalî da zanîn ku, heta niha zêdetirî 7 hezar peyv kom kirine û dixwaze bi komkirina 100 hezar peyvan ferhenga bi navê “Êzîdxan” bide çapkirin.