Swêd astê nûneratiya xwe li Hewlêrê bilind dike
Karl Magnus sefîrê Swêdê yê Îraqê îro di daxuyaniyekê de ji AKnews re got ku hikûmeta Swêdê biryar daye ku sewyeya nûneratiya xwe li Hewlêr bilind bike.
Sefîrê Swêdê yê Îraqê got ku têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Swêdê di sewyeyeke bilind de ne û ew peywendî bi awayekî ber bi çav ber bi pêş dicing:
– Di çarçoveyê xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên navbera Swêd û herêma Kurdistanê, hikûmeta Swêdê bi awayekî fermî biryar daye ku
konsolxaneya Swêdê li herêma Kurdistanê bo sewyeya ofîsa sefaretxaneya Swêdê a li Îraqê bilind bike.
– Bilindkirina sewyeya diplomasîya swêdî li herêma Kurdistanê dê tesîreke erênî li ser têkeliyên me hebe. Ofîsa nû ya sefaretxaneya welatê me li herêma Kurdistanê çewaniya xurtirkirina wan peywendiyan li ser mile xwe digire û dê zêdetri ji bona ku şîrket û kompaniyên swêdî berê xwe bidin herêma Kurdistanê bixebite.
Sefaretxaneya Swêdê ya li Îraqê, ji bo ku di sala bê de têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê bihêztir û berfirehtir bike, bernamyekî zengîn li pêşiya xwe deynaye.
Weke tê zanîn heta nuha 24 konsolxane û ofîsên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene.