Banga Îmralî eşkereye!
Heyeta DEMê ya Îmralî îro serdana Ocalan li Îmralî dike. Heyet di derbarê hevdîtinên heta niha kirî de agahdariyan dide Ocalan û li gora wê jî Ocalan beyana xwe yanî banga ku bike ama de dike. Heyet piştî vegera xwe rojekî yanî 28ê Sibatê di derbarê hevdîtina li gel Ocalan kirî de agahiyekî dide.
Ev tiştên ku di medyayê de hatî ragihandine. Lê rastîya pirsê bi awayek din e. Banga Ocalan ne li Îmralî û ne jî li gora agahiyên heyeta DEMê tê amadekirin. Roja yekem dema heyeta Îmralî serdana Ocalan kirî heta niha, helwesta Qendil ne zelale. Gelek sedemên helwesta Qendil hene û zû bi zû banga Ocalan qebûl nakin. Lê qendil ji bo bangê qebûl bike hinek formûl pêşkêşî Ocalan kirine. Dê li gora daxwaziyên Qendil banga Ocalan bê dîzaykirin.
Ji aliyek din ve gelek dîtinên cuda li ser qaşo vê pêvajoyê têne rojeve taybetî aliyên Tirka vê pirsê rojane di madyayê de gotubêj dikin. Lê hêja Qendil û medya PKKê behsa tecrîtê û cardin qaço azadkirina Ocalan dike. Ev herdu alî hewldidin ku di nezdê milet de helwestên xwe bi awayekî bidin qebûl kirin.
Banga ocalan amadeye. Banga Ocalan di çerçoveya daxûyaniya Bahçelî de ye. Zêdetir teferuatin. Qendil dê banga Ocalan qebûl bike, lê dê bêje ji bo pejirandina banga Ocalan divê kongreyekî li darbêxin. Ev bi awayekî ne qebûl û ne jî red kirina banga Ocalan e. Qendil heta riza Îranê nebe nikare biryara bi temamî bide.
Lê her çibe bila be, bi banga Ocalan tu mafek ji bo pirsa Kurd nakeve rojeva siyaseta Tirkiye. Lê PKK bi devjêberdana çekan û ragihandina dawî anîna şerê çekdarî dê xizmeta herî mezin bike. Danî çekan dawî li derew û propagandeya PKKê tîne. Danîna çekan projeyên çepên kemalist têkdibe, danî çekan leyiztikên nijadperestên tirk li ser Kurdan bi awayekî ji holê radike. Yanî danîna çekan rê li tekoşina Kurda li bakurê Kurdistanê bi medotên demokratik û rêya diyalogê ji bo destxitina mafên rewa bi hêztir dike.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di komxebata salane ya Tora Medya Rudawê de helwesta herêma Kurdistanê gelek vekirî diyar kir. Helwesta herêma Kurdistanê ji bo pêşeroja tevgera Kurd rêyekî gelek erênî vedike. Wê xetimandina bi salane behsê tê kirin ji holê radike.
Bê guman dê ev pêvajo bê gotubêj kirin, lê ew alî û kesayetên ranta şerê çekdarî li ser xwîna ciwanên Kurd dixwin dê li dijê danîna çekan rawestin. Herweha dê vê yekê bi ehlaqê nivz û siyasetek popûlîst bikin.
Gelek nema dê em hemû bi hevre pêşerojê de rûdanên bêne rojevê bibînin…
27.02.2025
Nêrîn/Şirove