Civak

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Diya Ciwan peyamek ragihand

Ji ber koça dawiyê ya xanim Sebah Mihemed Elî ku wekî Diya Ciwan tê naskirin, Serok Barzanî peyameke serexweşî û hevxemiyê arasteyî malbat û kesûkar û nasên wê û hemî azadîxwaz û têkoşerên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiya Kurdperwer û xebatgêra Kurdistana Sûriye û Endama berê ya Komîteya Navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye xanima (Sebah Mihemed Elî) ku bi navê (Dayika Ciwan) hatiye nas kirin, bi me gihîşt.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî (Dayika Ciwan) û hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistana Sûriyê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

26ê Şubata 2025

Back to top button