PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê kirin

Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê kir û pê re danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê kirin.

Baregayê Barzanî ragehandinek parve kiriye û tê de amaje daye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 26.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd kir.”

Çavkaniya navbirî eşkere jî kiriye, “Di wê hevdîtinê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî û pêdivîtiya hevahengiya aliyan ji bo çarekirina arêşeyan kirin.”

Back to top button