Azadiya Demirbaş ji prosesa aştiyê re giring e
Banga CHAK ê ji bo Gul û Erdogan:
Azadiya Demirbaş ji prosesa aştiyê re giring e
Dezgeha Mafê Mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK ji bo ku daweyên li dijî şaredarê SUR ê Abdullah Demirabaş hatine destpêkirin bi dawî werin, ew bê berdan û di mercên azad e bê tedawîkirin, nameyek ji Serokomarê Turkiyê Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin re şand.
Di nameyê de, prosesa girtin, dadgehkirin û nexweşiya Demirbaş di gel raporên doktorên pispor de tê pêşkêşkirin. Her wisa qala çalakiyên Demirbaş ji bo parastina ziman û çandên kevnare tê kirin. Rewşa siheta Demîrbaş ku di nexweşxaneyê de xiraptir bûye dihêt zimên.
CHAK balê dikşîne ser helwêsta hikumeta Turkiyê ku ji aliyekî dixwazin reforman bikin. Lê ji bo çareseriya Pirsa Kurd, di şûna ji tecrûbeyên Demirbaş sûd girtinê, cezekirina wî tê xwestin. Ev helwestên wisa şaş divê bi dawî bên. Divê girtin, zindanîkirin û kûştina kesên mîna Demirbaş di zindanan de anjî li sirgonê bi dawî were.
CHAK, qala kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Demirbaş dike, û dixwaze ku Hikumet û Serokomarê Turkiyê banga wan li ber çavan bigirin, da ku Demirbaş azad bibe.
Heman name ji bo zaniyariyê û avêtina gavên pêwîst ji perlementerên bajarên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Erzerom, Erzingan, Dilok, Colemêrg, Îdir, Gurgûm, Qers, Kîlîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Koçgîrî, Şirnex, Dersim, Xarpêt, Wan ê re hate şandin. Her wisa dezgehên mafê mirovan IHD, MazlumDER û Turkiye Insan Haklari hatin agehdarkirin.
Navenda CHAK ya Dokumentasyonê & EuroKurd News