Polîtîk

Ji êvareka helbestan

Ji êvareka helbestan

Ji welatê çem û çiyê tê ev xem…
Her kêlî,
berbejna sermilkê şahzadeyê diqete li deştê,
lewheya rê bi zimanê bê û dê nayê xwendin 
………………………………………………

ji dilobêjikê Qedîfeyî 
Helbestê bi nivîsek helbestvanî şîrovekirin ne hêsa ye. Û êvarek weha ku mirov cara yekem guhdarîya helbestên bi çar zaravayên zimanê kurdî bike. Şîrovekirina wan bi xwe cêjdariyek xweş dide mirov. 

Helbestvanan bi dengên û helbestên wan guhdarî kirin rewşek û rengek cûda ye. Li ser her gotinê bi dengên xwe hest barkirin, têlên dilan bi tîrên gotinan livandin û bi herikandina demê re mirovan di nava dîroka rastîn de gerandin bi tenê bi dengên wan mumkun û cêjdar dibe. Ev jî westatî dixwaze. Her mirov dikare helbest binivîse lê her mirovê ku helbestan dinivîse nikare bibe helbestvan.

 Êvarê Înstîtûya Kurdî ya Stockholmê amade kiribû. Armanca êvarê jî Înstîtûya Kurdî weha nivisîbû: Di êvara helbesta kurdî de dê her helbestvanek ê bi dewlemendiya zaravaya xwe, bi deng û awaza xwe helbestên xwe pêşkeş bike…. 

Bi destpêkirina programê re helbestvan  yek bi yek derketin ser dikê. Hest bi dengên wan bêdengîyek giran salonê di nava ken û girî de keland. Evîn û hestên êşdar pêldan. Deng ji bargiranîya bûyeran dilerîzya. Carinan çav şil dibû. Carinan ji çavan dilop dişemitiyan ser hinarokan.

Bi helbestvanî kolandina dîrokê rengek giran didan şevê.  Û bi giş zaravayên kurdî helbestan guhdarîkirin deng û rengekî giranbiha bû. Bi çar birayên  wek hev, xwedî êşên giran. Ne yek biçûk ne yek mezin. Bi helbastvanîyê evînan, êş û serpêhatîyan, buyer û xewn û xiyalan bi lehçeyên xweş ên cûda cûda  anîn ziman, deng dan bûyerên civakê. 

Mamoste û nivîskar Robîn Rewşen bi zaravayê kirmanckî (kirdkî, zazakî) bi dengekî cêjdar bi Mewlûda Melayê Xasî bala guhdarvanan kişand. Salon bi dengê wî û helbestiya mewlûda Mela di nava bêdengiyê de ma. Zaravayê kirmanckî bi her awayî wek zaravayên din bi dewlemendiya xwe bal kişand. Helbesta hêla Dêrsimê “de way way li min ê” Dengê herikandina çemê Munzurê, qirînên Seyîd Rizo, berxwedan û êşa komkujîya 1935-37 an raxist li ber dilê guhdarvanan. 

Tamdar e helbesta kurdî, herikbar, cêjdar e. Çi zaza, çi kurmanc, çi kelhor, çi soran an jî çi lûrî. Êşên wan yek, dîroka wan yek, evîna wan yek û qîrîn, ken û girîyên wan yek in. Guhdarvan bi dengên helbestvanan , bi helbestên herikbar di nava dîrok û bûyeran de der diketin gereka dûr û dirêj. Gotin di devên helbestvanan de carinan dibûn gul carinan jî dibûn şûr, carinan jî wisan dibûn evînek şêrîn wek şekir. Bi dengên cûda cûda û bi pir lehçeyîya xwe kêrdar û cîjdarbûn şev. Gelek helbestvan bi helbestên xwe êvarê rengandin.

Fatma Savcî (kurmancî), Selwa Gulî (kurmancî, Robîn Rewşen (kirmanckî, zazakî), Ronbîr Muhammed (soranî), Alî Mehrabî, Turaç Esparî (goranî, hewramî, lûrî), Nesrîn Şakilî (soranî), Kamran Simo (kurmancî)

Fatma Savcî û Selwa Gulî bi dengên xwe yên nerm û bi dilê xwe yên tenik, guhdarvanan birin nava têlên ku li ser dilê Kurdistanê wek birînan in, wan di nava dîrok, bûyer û serpîhatiyên xwe de gerandin, hestiyar kirin. Deng dan evînên veşartî. Herikandina helbestên wan bi xwe hestên welatevîniyê pekand ser dilê guhdarvanan. ,evîn dibariyan ji  helbestên wan. Evînên bi êş.  Wan hunerê  bi hunermendîyek zirav ya nazik derdixistin ber çav û dilan. Bi rastî helbestvanan Fatma Savcî û Selwa Gulî, bi çavên xwe yên xemgîn, bi deng û hunermendîya xwe ya dagirtî, bi estetika helbestvaniyê wan  xwe gihaştibûn astek bilind. Asta helbestvaniyek kubar ya tije. Min berê jî ew guhdarî kiribûn. Di warê hunermendî û helbestvaniyê de gelek pêşketî bûn. Hêla wan  ya bê riyalîyê, bilêvkirina wan ya sade  di dilan de gul dipişkivandin. Bi meşên xwe yên helbestvaniyê ziman û çanda kurdî dewlemend dikin. Helbestekî Fatma Savcî (ku ji pirtûka li ber çapê de ye) ya gelek cêjdar weha bû-

Hewara Birînê

Qey divê  di ber pişta her xeyala me de,
şurekî destik sor hebe?
Ev çend qirn in,
em hilgirên xewnên kiraszêrîn in,
bi biskên xwe yên badayî,
uçkên xwe yên girêdayîgav bi gav na,
mirin bi mirin,
destên me li ser hewara birînê,
bi çemekî rewa ve dilezînin…
Dêhna xwe bidiyê,
em li hêviyên kesk naşikînin,
wan yek bi yek,wek sondeke nejibîrkirî,
bi stuyê beza xwe ya xezalî ve dijidînin…
Em dilên xwe yên tîbi xeyalên xwe yê rubarî hênik dikin,
bêarê heyatê ne,
berxwe nakevin,
her carê,
li xeyalên xwe yên gulîstanî diterpilin…
Tişt nabe,
Bejna me qendîleke pêketî ye,
li vî kendalî,
bi giriyê dilobêjeke gundê çiyayî
û emrê pirpirîkê re dibuhure…
Dilo!
Ku nêrgiz vê berbangê li me nehilin,
û ezman bi rondikên xwe yên zelal,
li ser pelên spîndaran,
neynikeke zîvîn,
ji ruyê me yên qemer re çênekin…
loma neke,Naxwe wijdan,
dîlê kaniya helbesteke şaş e,
û bizane,
em di bin barana xwîna straneke kîndar de ne.
Li ser rihê zemên,
ji qedera me re,
ayetên hezar enfalan xwendine,
Na! qurbana te,
hibra jana xwe tevî suretê reşbîniyê neke,
noqî bîra radestiya mirinê nebe,
li ber şêmuka vî deriyê deryayê,
xwîna çiyê ji min qut neke…    
Û li kêleka Fatma Savcî dengê Selwa Gulî bilind dibe. Salon di nava pêlên bêdengîyê de reng diguhirîne. Awazê kurmanciya Behdînan bi dengê helbestvan hîsên evînê dipekîne.
 
Du Payîz Ji Biharekê Bûn

Min temenê xwe ji janan didizî
Li ser şeş rêkan belav dikir.
Her heft dergehên xwedê
min hejandin
Deriyê heştê,
Bêhna te jê diforha.
Her ji ezel de min nas kiribû
Hindî min di turkê dilê xwe de vedişart
Li pêşya min her zal dibû.
Ka were em her du
Li bihara dilkuj vegerîn
Da pêkve ji dayîk bibim.
Li gel hev
Fêrî peyvêt bê şerm bibim,
Em di parsalê de bi mizgînî hatin,
Da canemergê xwe.
Tijî rastî û jan bikîn.Xewna ji tariya xwe rabikîn.
Bila du roj ji temenê te kêm bibin.
Da tu li tîrêşka rojbûna min
bibî mêvan.
Li gel hev temenê xwe
bi xalxalokan rap arve bikim.
Bi gul ji meha gulanê,
Fêrî jana dil bibim.
 
Were, were
 
Da bi hev re rojbûna xwe bigêrînin
 
Şêrînîya sala xweeee.

 ji evîna min vexwe
Bila sale tijî kenî bikin.
Ez jî.
Pîroziya rojbûna xwe ji xwezîkêt te pir
Bikim,
Da li ber babalîska meha Gulanê
Xozîkêt jibîrkirî bidûn hev
Bila temenê me kurt be jî
Were,
belkî bihar li ser sînûrêt  dil gul bide,
bi dindikêt peyvêt tê
nû, bi heve re ji dayîk bibin.

Lê çi mixabin ku ez bi bi tîpên erebî nizanim. Ji ber wî jî helbestên soranî. Kelhorî, lûrî û hewremanî yên ku helbestvanên kurd di êvarê de xwendin nikarim bi xwendevan re par bikim. Lê ew deng, helbest û zarava jî ji kurmancî ne kêmtir bûn. Dengên helbestên kurdên lehçeyên din hê jî di guhên min de ne. Kurdî bi zaravayên xwe kubar e. Bi hebûn û pêşxistina giş zaravayan dewlemend dibe. Pirlehçeyî dewlemendiya zimanê kurdî ye.

B. Welatevîn & EuroKurd News

Back to top button