Polîtîk

Bergehê xalên guherandina destûrê minaqeşe kir

Bergeh xalên guherandina destûrê minaqeşe kir.

Bernameya Bergeh bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panelîstê Bergehê nivîskar Keya Îzol, li gel mêvanê bernameyê berpirsiyarê Netkurd Murad Ciwan xalên guherandina destûra Tirkiyeyê minaqeşe kirin. Murad Ciwan diyarkir ku: xalên guherandinê ne biçûk in, girîng in û rê li ber  guherandinên mezintir dikarin vekin.

Li ser pirsên û nirxandinên Batun û Îzol, Murad Ciwan da xûyakirin ku AK Partî van guherandinan ne tenê ji bo berjewendiyên xwe yên partîtî pêktîne, ev guherandin ji bo şkandina stunên statukoyê ya dewleta fermî destpêkin. Li gor Ciwan herweha ev xal ji bo civatê jî xwedî ehemiyetê ne. Çend xalên ku bi pirsa Dadgeha Destûrê, girtina partiyan, tayin, terfî û ezilkirina dadwer û dozgêrran, berdadkirina eskeran ve girêdayî ne, ji bo pêşîvekirina pêvajoya ”Vebûna Demokratîk” îmkanan vedikin.

Murad Ciwan û Keya Îzol anîn ziman ku di pêvajoya munaqeşeyên xalên destûrê di parlementoyê de û di berdewamiyê de di pêvajoya referendûmê de dikarin bi destên dewleta kûr û statukoparêzan prowakasyonên mezin jî lidar bikevin. Di dîroka Tirkiye de gelek caran gava pirsa Kurd û pirsên din ên demokrasiyê hatine rojevê û pêngav di van babetan hatine xwestin ku bên avêtin: navendên cuda bi destê dewleta kûr bi prowakasyonan ev hewldan dan e rawestandin.

Bernameya Bergeh bi awayek taybet helwêsta Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) nirxand. Li ser pirsên rojnamevan Cemal Batun, Murad Ciwan û Keya Îzol nîşandan ku BDP divê li gor daxwazên hilbijêrên xwe tevbigere û bi awayek azad îradeya xwe bikar bîn e, ne li gor talîmatên ji hin navendan ve hereket bike. Hercend ku daxwazên gelê Kurd ji bo Destûrek demokratîk ku tê de hebûna Kurd û mafên wî jî bêne naskirin bîne ziman, di dengdana ji bo xalên guherandinê di parlementoyê de û paşî ji bo referendumê jî nabe di eniya CHP-MHP de li dij guherandinan raweste. BDP dikare di gelek babetan de rexneyan li AK Partî jî bigre, lê herweha divê piştgiriya wan pêngavên ku çarçoweyê li siyaseta fermî ya statukoyê teng dikin jî bike…

Back to top button