Civak

Hevpeymaniya Kurdistanî gilînameyên xwe paşde kişandin

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji raya giştî re eşkere kir ku gilînameya xwe ku li dijî encamên hilbijartinên parlamentoya Îraqê  pêşkeşî dadgeheê kir bûn, paşde vekişandin.

Hevpeymaniya Kurdistanî hertim ji bo ku ew bibe hevbeşeke çalak û berpirsiyar di pirosesa siyasî de xebitiye. Hevpeymaniya Kurdistanî bi awayekî dilsoz û cidî ji bona serxistina pirosesa niştimanî, ya ku li ser pirensîpên demokratsiyê, plural, berjewendiyên niştimanî û hevbeşiya rasteqîne ku ti alî neyên îhmal kirin avabûye, beşdarî kiriye.

Em weke Hevpeymaniya Kurdistanî hest bi wê xetera mezin ya ku derdûra pirosesa demokratîk li Îraqê girtiye, dikin.  Em, herwesa, amadeyîya xwe jî ji bo vekirina wê girêya rastî pirosesa sîyasî hetî, nîşan didin, da ku pirosesa siyasî nekeve di kaoseke destûrî de.

Tevî baweriyeke timam bi wê yekê ku gilînameyên hevpeymaniya Kurdistanî belgeyên pêwîst û rast digeldane, lê em îlan dikin ku,  ji bona lez li pêkanîna hikûmeta federalî bê kirin ku hemû hevwelatî bi mereq çaverê dikin, em gilînameyên xwe paşde vedikişînin.

Di heman demê de em daxazê ji tevaya qewareyên siyasîyên din dikin ku çav li Hevpeymaniya Kurdistanî bikin û gilînameyên xwe paşda vekişînin, ev yek jî ji bona parastina berjewendiyên giştiyên Îraqê û rizgarina pirosesa siyasî.

Herwesa pêwîste hemû hêzên siyasî bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin û pirosesa siyasiya Îraqê careke din vejînin û aktîv bikin. Bila Îraqa federe hertim çavkaniya xêr û şaristaniyetê be.

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî

Back to top button