Polîtîk

Serok Barzanî: Ya baş ew e Iraq bibe sê herêmên federe

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanîn di hevpeyvîneke digel rojname Newyork Tiamez a amerîkî de bal kişand ser yekalîkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê û anî ziman ku ew ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi awayekî şirîktî, amade ne ku digel aliyên siyasî yên Iraqê hevpeymaniyê pêk bînin.

Serokê herêmê tekîd kir ku kurd bi tu awayî beşdarî yan jî piştgiriya hikûmeteke wek ya berê ya Iraqê bike. Di heman demê de Barzanî baweriya xwe anî ziman ku take hêviyek ku maye ji bo aramkirina Iraqê, dabeşkirina Iraqê ye bi ser sê herêmên federal de û wiha dom da axaftina xwe: “Dikare kurd li bakur, erebên sune li naverast û rojava û şîye jî li başûr herêmên xwe ava bikin. Her wiha dikare Bexda jî bibe paytexta federalî ji bo bicîhanîna erkên sereke yên hikûmetê.”

Di heqê madeya 140’ê de jî Barzanî got: “Eger madeya 140’ê neyê bicîhanîn, ew dê bê wateya rûxana destûr û Iraqê.”

pukmediya

Back to top button