"Xayınê ji dil ewe ku yê zaroka terkî mirinê dike "
Duhî serfermandarê hêzên çekdarên Tirkiye Başbug di daxuyaniyek ya xwe de hinek rojname û rojnemevan bi xiyanetê itham kirin. Di hinek rojnemeyan de rexnê li hêzên çekdar hatibûn kirin û dihat gotin ku, hêzên çekdar dizaniya dê ev erîşên çêbûyên wê bibîna. Li ser vê yekê jî tu tedbîr nestandine.
Başbug li ser van nirxandinan daxûyaniyek gelek hişk da û cardin behsa qehremaniya leşkeran kir û got : “ Ew kesên ku dibêjin hêzên çekdar dizaniya wê ev êrîş çêbibin û tu tedbîr nestandine xiyanetê dikin û wek dijminanin..“
Li ser vê daxûyaniya Başbug, rojnama Taraf îro manşetekî gelek balkêş û bi naverok avêt. Manşeta tarafê bi vî awayî bû. “ Xayînê ji dil ewe ku yê zaroka terkê mirinê dike “ Herweha Di Tarafê de hate nivîsandin ku, gotinên ji devê Başbug derdikeve, guhê wî nabihîse. Rojnama Taraf kurtahî ev pirs ji Başbug kirin:
“ Rojnama ji berî niha nivîsîn ku, ji bo asteng di rîya guhertinên destûrî de çêbibin û kaosek bête peydakirin, wê li hinek deveran êrîş çêbibin. We ji bo çi li Dersimê, li Licê û li Giresunê tedbîr nestandin?“
“ Gelo li gora we Dersim Budrum e?“