Guhertin tu zererê nade kurda
Wek tê zanîn li Tirkiye rewşek gelek zîz heye. Beşek ji destûra bingehîn tê guhertin û rojane li parlementoyê gengeşeyên gelek tund çêdibin. Ji bo guhertin newe kirin, CHP, MHP û BDP astengan çêdikin. Piştî li Samsûnê êrîş birin ser Ahmet Turk, zincîra bûyeran destpêkir. Li Samsunê polis hatin kuştin, li cardin li herema Berha Reş li Giresunê PKK-ê bi teqandina mayinekî leşkerek kuşt. Herweha di van çend rojên dawî de li herêma Hakarî, li Lîcê û Dersimê nêzik 10 leşker di encama çelakiyên çekdarîn PKK-ê hatin kuştin û nêzikî deh leşker jî birîndar bûn.
Di vê prosesê de, serokê Kurdistanê birêz Barzanî, bi awayek fermî ji bo Tirkiye hate vexwandin.Li ser vexwandina serokê Kurdistanê hinek “ Rewşenbîr“ên layengerên PKK-ê, belavokek belav kirin,û bi awayekî li gora xwe serokê Kurdistanê di hinek tiştan de, hişyar kirin.
Serokfermandarê hêzên çekdar yê Tirkiye Îlker başbug, di derbarê van êrîşên dawî û kuştina leşkeran de daxûyaniyek gelek hişk da û hinek rojnemevan bi xiyanetê itham kirin. Ji ber ku di hinek rojnemeyan de behsa ihmalkariya hêzên çekdar dihata kirin.
Ji berî vê demekî nivîskarê rojnama Star a Tirkî di nivîsek xwe de behsa seneryokekî kirîbû. Bal dikişand ku dê hinek bûyer çêbibin û herweha nivîskarê starê Tayar Şamîl digot ku; dê hêzên tarî wek ergenekonê di nav leşkeran û di nav aliyên din de bi hevre dest hinek çelakiyan bikin da ku vê prosesa ber pêşveçûnê ve diçe sabote bikin û astenkan di rêya wê de çêbikin.
Li Tirkiye guhertinên pêktên û taybetî guhertina destûrê eger tiştekî ji kurdan re neynê jî tu xusara kurdan tê de tuneye. Ev guhertin gavek başe ji bo peydakirina zemînek demokratîk. Hinek xal di van guhertinan de hene ku bi tu awayî kurdek xwedî vijdan nikare dij derkeve. Di serketina vê prosesê de berjewendiyên kurdan hene.
Vexwendina serokê Kurdistanê bi awayek fermî ji bo Tirkiye gavek gelek erêniye. Pêwendiyên navbera desthilatdariya herêma Kurdistanê û dewletên cîran de tiştek başe û pêwistiyeke. Taybetî serokê Kurdistanê pêwistiyên diplomatîk baş dizanê heta wek niha her demî gelek bi serbilindî kurd û Kurdistan di qada navnetewî de temsîl kiriye û dike. Di rastiya xwe de her rexnê û pêşniyarên kesan û taybetî yên rewşenbîran tiştek gelek erêniye. Lê rewşenbîr divê kemasî di dîtin û helwestên xwe de azad bin.
Serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye, gavek erêniye û dê wek her demî pirsgirêkên kurdên Bakur jî li gora pêwist bibîne ji rayadarên Tirkiye re bêje.
3.Gulan.2010
Dara Bilek