Li herêmê çi dibe?
Li herêmê çi dibe?
Li herêmê (Rojhilata Navîn) weke her gav tiştên berûvajî di eynî wext de diqewimin..Di encama têkiliyên dûv û dirêj û bi navcêtiya Ewrûpa û lobiyê Israîlî, careke din di nav Sûrya û Emrîka de xweş dibe..Lê di eynî wextê ko Emrîka balyozê xwe vedgerîne şamê, Rêjîma sûrî rokêtan ji Hizbullah re rêdike..
Berî du mehan wezîra derve ya DYA Clinton ji Sûrya xwest ko xwe dûrî Îranê bike, lê bersiva Sûrya ew bû ko Ehmedî Nejad vexwende Şamê û peymana rakirina vîza di nav herdû dewletan de imzekirin û serokê sûrî henekê xwe bi Clinton kir û got :”Em îro li vir in ji bo ko peymana dûrbûnê di nav xwe de imze bikin!”, herweha serokê Îranê jî got ko ”xeberdana Clinton weke xeberdana diya bûkê ye” yanî ne di ciyê xwe de ye û bê wate ye..Di vê serdanê de Esed got ko ”Berxwedana Lubnanî û Filestînî û gelên sûrî û îranî li ser piya ne û li ber xwe didin û serkeftin wê li aliyê wan be”..Ev gotinên dawî normal in, û derewên salan in ko têne kirin, lê cesareta Îranê û rêjîma sûrî bigihe asta ko henekê xwe bi wezîra derve ya emrîkî bikin, ne normal e û bi wate ye, û diyar dike ko sivikirina fişarên li ser rêjîmên dîktator weke Sûrya û Îranê wan xurt dike û bixwebawerbûnê li ba wan zêde dike, bi taybetî li himber miletên wan, û li himber civata navnetewî û di encam de tu paxavan ji vê civatê re nakin û perciqandina hundirîn jî tundtir dikin û zimandirêjî û destdirêjiyên wan zêde dibin..
Di pey van daxuyaniyan re, wezîrê derve yê Israîyl jî gef li rêjîma sûrî xwarin û got ko ew di şerê bê de li himber Sûrya dê malbata Esed ji hikim bavêjin..!
Niha jî pirsa rokêtên (Skod) ko Sûrya rêkirne ji Hizbullah re tê holê..Berpirsên Israîlî jî vê carê gotin ko ew wê Sûrya vegerênine çaxê kevirî..!!
Herweha berî cend rojan cenarelakî kevin jî got ko Israyîl wê rêjîma Esed ya Elewî ji ser hukim rake..
Rêjîma sûrî çiqasî inkar bike jî, lê rêkirina çek û piştgîriya bê sînor ji Huzbullah re nikare veşêre, û girêdana wî bi Îranê re jî stratîcî xuya dike!!Ev herdû tişt jî Emrîka û Ewrûpa pir aciz dike, û pir li dij in, ji xwe helwesta Israyîl di vî warî de zelal e..
Çiqasî rastî di van gefan de heye ne gelkî zelal e, ji ber ko ji her kesî ve diyar e ko parêzerê rêjîma sûrî Israyîl bi xwe ye..Sedemên van daxuyaniyên li pey hev û di demeke kurt de, ew jî ne gelekî zelal in lê xuya ye ko di çarçova amadekariyên ji bo şerekî li herêmê tê kirin..Û weke namaeyekê ji rêjîma sûrî re ko êdî leystika li ser du şelîtan nema jê re diqede..Ji alîkî ve aştîxwaz e û dixwaze bi Israyîl, Emrîka û Ewrûpa re têkiliyên xwe xweş bike û ji aliyê din ve piştgîriya Huzbullah û navtêwrdana Iraqê û piştgîriya Hemas û navtêwerdana karên Filetîniyan dike, û her titî dike ji bo aramiya herêmê têk bide, bi yek armancê, ew jî mana li ser hukim, lê bi van kirinan dikeve rêza dijberên siyaseta hêzên Rojava li herêmê û dawiya vê helwestê jî lihevketina berjewendiyan û aliyan e..
Eger mirov di vê kêliyê de li prosêsa aşîtiyê ya di navbera filestîniyan û Israyîl de binere wê bibîne ko rawestiya ye, û tevdanek pêwîst e ji bo livandina vê prosêsê..Şerekî mumkin li herêmê dikare ev tevdan be..
Bi çek kirina Huzbullah bi rokêtan di pey gefên wezîrê derve yê Israyîl re tê, ko tê de cara yekem hatibû gotin ko di şerekî bê de wê malbata Esed ji ser hukim bê avêtin..Dêmek Esedê piçûk van gefan ji dil digre û amadekariyên xwe di enya Lubnanî de dike, bi taybetî Huzbullah, ji ber ko di şerekî klasîkî di nav du artêşan de wê Sûrya qet qezenc neke..Yan na Ev bi çek kirin amadekariyên îranê ne ji bo şerekî Israyîlî li dijî programê wê yê atomî..Ev bêtir dikeve serê mirov..
Loma pirseke girîng tê holê, ew jî ew e ka gelo rêjîma sûrî di şerekî mumkin de di navbera îran û Israyîl de, û bê goman Huzbullah jî di encamê de wê têkilî vî şerî bibe, ka gelo wê rêjîm li kîjan alî raweste? Çend ihtîmal hene:
– Li aliyê Huzbullah û Îranê raweste, û wî çaxî wê têkeve şer, û encam jî wê pir dijwar bin ji miletê sûrî re, ji ber ko Israyîl her çiqasî bêje ew naxwaze rêjîm bê guhertin. Di vê rewşê de rola rikberiya siyasî ya sûrî girîng e, ko karibe vê kêlîka dîrokî bi kar bîne. Lê mixabin ev rikberî di pirsa Israyîl de bi taybetî hîna di bin paltoyê rêjîmê de ye û ceger nake ko di şerekî wusa de xabateke aktîv li hundir bike, ji tirsa miletê sûrî (ew jî di pirsa Israyîl de di bin bandora rêjîmê û îdyolociya netewî de ye) û ji tirsa rêjîmê jî.
– Yan jî bê hêl bimîne û bi tenê bi gotinan şer şermezar bike..Ev helwest bêtir li bejna siyaseta rêjîma sûrî tê, ji ber ko ev rêjîm ne amade ye ji bo tu kesî xwe bixe rewşeke metirsiyê de..Li vir mumkin e ko Israyîl dîsa tirsekê bide rêjîma sûrî û şerekî sînorkirî li himber pêk bîne ji bo ko di pey şer re, careke din xwe nêzîkî Îranê û huzbullah neke..
Hinek çavdêrên siyasî dibînin ko şerê li dijî Îranê wê her biqewime bi tenê ne xuya ye kengî, ji ber ko tirsa Israyîl ew e ko mumikn e Emrîka di pêşerojê de xwe amade dike da ko Îranê wekû hêzekî nû atomî di herêmê de bipejirîne, û ev yek ji alî hinek rayedarên emrîkî ve tê baskirin..!!Loma jî bi şerekî li dijî Îranê Israyîl dixwaze tevlîheviyekê peyda bike ko Emrîka nikaribe bê hêl bimîne û neçar bikeve ser de..
Eger şer biqewime wê neçar fereh bibe, û encamên vî şerî jî dikarin nêzîkî encamên şerê Iraqê bin, loma Kurd divê ko pilanên wan amade bin û ji vê derfetê tiştekî bi dest bixin, bi taybetî
Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê..Berûvajî jî divê pilanên wan ji bo pejirandina Îranê wekû hêzekî atomî jî hebin, û wî çaxî rêjîma sûrî û îranî wê li herêmê xurt bibin. Bi min ev ihtumal kêm e, lê heye..Siyaseta Obama ya nerim dikare dîktatoran pir xurt bike, û perçiqandin, girtin û kuştina rikberiya siyasî û bi taybetî li himber kurdan dikare pir zêde bibe, loma xebateke navetewî ji bo guhertina vê siyasetê pir girîng e…
Herêm li ser barûdê ye..Bablîsokeke nû tê herêmê…!!
Kamîran Haco
02.05.2010