Polîtîk

Serokê hikûmetê pêşwazî li sefîrê Holendayê kir

 
Hewlêr – Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Peter Van Liyon sefîrê Holendayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Holendayê û berfirehkirina çalakiyên konsolxaneya Holendayê a li Hewlêrê kir.

Sefîrê Holendayê yê Îraqê di axaftina xwe de behsa pêşveçûn û geşbûne herêma Kurdistanê a di hemû waran de kir û got ku, gelek kurd li Holendayê dijîn û vê yekê wisa kiriye ku têkeliyên aborî û rewşenbîrê di navbera herêma Kurdistanê û Holendayê berfireh bibin. Û di vê çarçoveyê de, sefîrê Holendayê tekîd li ser wê yekê kir pêwîste çalakiyên hevbeş yên di warê aborî, perwerdeyî û zanistî de di navbera her du aliyan de bên encam dan.

Herwesa di civînê de behsa pirosesa siyasiya Îraqê û danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta nû a Îraqê tên kirin, hat kirin û her du alî li ser wê çendê hevfikir bûn û gîrubûna pêkanîna hikûmetê ziyanê digihîne pirosesa siyasiya Îraqê.

 
 
 

Back to top button