Civak

Serokatiya herêma Kurdistanê teqînê Mûsilê şermezar kirin

   
Îro serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, teqînên bajarê Mûsilê ku bibûn sedema birîndarbûna zêdetir ji 100 xwendekaran şermezar kirin. serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
 
Mixabin ku hertim welatiyên bêtawan yên bajrê Mûsilê, bi taybetî welatiyên mesîhî, dibne qurbanê êrêşên berdewam yên terorîstan. Armanca terorîstan ji van êrêşên han eve ku welatiyên mesîhî bitirsînin daku dev ji warê bav û kalên xwe berdin.
Buyera ku îro li dijî xwendekarên Mesîhî hatiye pêkanîn, buyereke hovane û terorîstiye.
Em weke serokatiya herêma Kurdistanê bi tundî wê êrêşa şermezar dikin, û eşkere dikin ku em bi her awayî amadene ku hevkariya welatiyên medenî yên ku bûne qurbanên êrêşên han bikin, di aliyeke din de jî em hevkarî û amadebûna xwe ji bo şerê dijî teror û terorîstan diyar dikin.
 
Em weke serokatiya herêma Kurdistanê daxwazê ji tewahiya aliyên siyasî, leşkerî bi taybetî hêzên leşkerî yên li Mûsilê dikin ku, bi awayeke hîn baştir hewl bidin ku li dijî terorîstan şer bikin û canê welatiyan li wê wîlayetê de biparêzên.
(KTV)
Back to top button